Mijara îsal a Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê berxwedan û koç e
Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê, ku weke festîvala fîlmên Kurd a herî berfireh û demdirêj tê qebûlkirin, îsal cara 9. pêk tê. Festîval di 13'ê Mijdarê de destpê dike.
Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê, ku weke festîvala fîlmên Kurd a herî berfireh û demdirêj tê qebûlkirin, îsal cara 9. pêk tê. Festîval di 13'ê Mijdarê de destpê dike.
Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê, ku weke festîvala fîlmên Kurd a herî berfireh û demdirêj tê qebûlkirin, îsal cara 9. pêk tê. Festîval di 13'ê Mijdarê de destpê dike. Mijdara îsal a festîvalê berxwedan û koç e.
Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ku ji sala 2001'ê û vir ve tê organîzekirin, heta rja îro bi sedan fîlmên demdirêj, demkurt û dokûmanterên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê nîşanî sînemahezan da.
9. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê jî wê di navbera 13-20'ê Mijdara 2015'an de li sînema Hackney PîctûreHoûse pêk were. Festîval wê di encama amadekariyeke ji pênc mehan de were lidarxistin.
SÎNEMA BÎR Û WIJDANÊ CIVAKÊ YE
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê Aladdîn Sînayîç di daxuyaniya xwe ya li ser festîvalê de ragihand ku sînema, tevî aliyê xwe yê xurt ê hunerî, di heman demê de çav, guh, bîr û wijdanê civakê ye û got, "Ji bo gelê Kurd ev rastî bêhtir girîng e. Sînemaya glekî ku bi salan li ser xaka xwe êş kişandiye, wê êş, hêvî, çand, xweza, bîr û bi temamî jiyana wî gelî nîşan bide."
FESTÎVAL WÊ BI NÎŞANDANA FÎLMÊ 'BIRANÎNÊN LI SER KEVIRÎN' DESTPÊ BIKE
Festîvala îsal wê bi nîşandana fîlmê derhêner Shawkat Amîn Korkî yê bi navê 'Bîranînên li ser kevirî' destpê bike.
Di bernameya festîvalê de fîlmê Hîsham Zaman 'Nameyên ji bo Qral' (Letter to the Kîng), fîlmê Kenan Korkmaz 'Çûn', fîlmê Huseyîn Karabey 'Ber bi dengê min ve bê', fîlmê Erol Mîntaş 'Stranên dayika min', fîlmê Batîn Ghobadî 'Mardan', fîlmê Farîborz Kamkarî 'Pîtza A datterî', fîlmê Omer Leventoglû 'Mavî Rîng' û fîlmê Ferî Karahan 'Qewirîna ji bihuştê' hene.
SEANSA DESTPÊKÊ WÊ BERXWEDANA KOBANÊ BE
Piştî resepsiyona vekirinê û nîşandana fîlmê gala roja Înê, wê seansa destpêkê roja Şemiyê bi dokûmantera Berroj a li ser berxwedana Kobanê destpê bike. Di dema nîşandanê de wê derhêner Omer Leventoglû jî amade be û li ser fîlm hevpeyvînê bike.
Sîyanîç her wiha ragihand ku di festîvalê de wê 13 dokûmanterên di asta arşîva dîrokî de girîng in werin nîşandan û bi vî rengî êşên li Kurdistanê tên kişandin, bên nîşandan.
Di çarçoveya festîvalê de wê îsal cara pêncemîn pêşbirka Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney bê lidarxistin. Di vê pêşbirkê de wê ji nava bi sedan fîlmên serlêdana wan hatine kirin, Pênc fîlmên kurt bên hilbijartin û nîşandan.
Jûriya vê pêşbirkê jî ji Shler B Murdochy, Perî Îbrahîm, Laura Evers Johns, Julia Sako û Suncem Koçer pêk tê.
JI BO BÎRANÎNA HACI LOKMAN BÎRLÎK, SEANSA TAYBET
Endamê Komîteya Amadekar Siyanîç da xuyakirin, ku kurte fîlmê Bark ê ku Haci Lokman Bîrlîk tê de lîstiye, di bernameya wan de cih digire û anî ziman ku li dijî wî dîmenê ku Bîrlîk li pişt panzerê bi erdê re dihat kaşkirin, ew dixwazin dîmenên berê yên hevalê xwe Haci Lokman Bîrlîk di hişê xwe de bicih bikin. Siyanîş ragihand ku ji bo bîranîna Bîrlîk ew ê fîlmê Bark ji nû ve nîşan bidin.
Agahiyên berfireh ên li ser 9. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê, li ser malpera bi navnîşana www.lkff.co.uk dikarin bên peydakirin.