Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Xelatên 23. Pêşbirka Çîrok û Helbestana Huseyîn Çelebî, duh bi merasîmekê hatin dayîn. Ji ber salvegera 100. a Qirkirina Ermenî, pêşbirka îsal diyarî qurbaniyên qirkirina 1915'an hat kirin.

Xelatên 23. Pêşbirka Çîrok û Helbestana  Huseyîn Çelebî, duh bi merasîmekê hatin dayîn. Ji ber salvegera 100. a Qirkirina Ermenî, pêşbirka îsal diyarî qurbaniyên qirkirina 1915'an hat kirin.

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve ev 23 sal in tê lidarxistin, îsal li bajarê Elmanya Dortmûndê pêk hat. Pêşbirka îsal diyarî qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan 1915 hat kirin.

Di merasîma xelatdayînê de tevî bi sedan xwendekaran, Kurdên ji bajarên derdorê jî amade bûn. Gelek nivîskar, helbestvan û siyasetmedar jî beşdarî merasîmê bûn û hunermend, komên muzîkê jî derketin ser dikê. Li salona pêşbirkê, tevî wêneyên Huseyîn Çelebî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di pêşbirka îsal de zêdeyî 500 berhem hatin nrixandin û di beşên cuda de xelat hatin dayîn. Mîna her sal îsal jî berhemên girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê, zêde bûn. Ji ber ku piraniya serlêdêrên hêjayî xelatê hatin dîtin li girtîgehê ne, xelatên wan radestî xizm, heval û nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê hatin kirin.

'DEM NÎNE, DIVÊ EM AZADIYÊ BÎNIN'

Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî bal kişnad ser girîngiya çalakiyeke bi vî rengî ya 23 sal in li ser navê kurê wî tê lidarxistin û destnîşan kir ku ew ji ber vê rewşê serbilind e. Bav Çelebî bi zimanê Kurdî zaravayên Kurmanî û Zazakî û bi zimanê Elmanî axivî û got, "Ji bo çêkirina gora Huseyîn ez îro çûm û min çêkir. Lê belê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, niha xera bûye."

Çelebî bibîr xist ku ev 23 sal in ew beşdarî çalakiyê dibe û got, "Ev 23 sal in ez tevlî vê çalakiyê dibim. Heta ku emrê min têrê bike ez ê tevlî bibim. Dem nîne, divê em azadiyê bînin."

Xwediyên xelatan bi vî rengî ye:

Soranî
Helbest: Dara Azad Manesh

Elmanî
Çîrok: Ken Merten

Tirkî
Helbest: Gozde Dîlek Guzel bi helbesta xwe ya bi navê "Sokuk Yerî" bû yekemîn, Emîne Akman Altûn bi helbesta "Oda-Varlik uzerîne" bû duyemîn, Huseyîn Aslan bi helbesta "Eskiyen Ellerîm" bû sêyemîn.

Çîrok: 
1. Kerem Bakici- Oy Havar
2. Narîn Yukler- Eve gîden yol
3. Umran Duşunsel- Tek ayakkabi

Kurmancî:
Helbest: 
1. Hebîb Aslan- Hestî
2. Cîhan Kaynar- Mirinekî Instrumental
3. Osman Akdag- Veke Sînga xwe xweskanî

Çîrok: 
1. Yaşar Aksû: Xelweta Kalbûnê
2. Cîhan Kaynar- Nalînên Xweşawaz
3. Şerîf Polat- Bîra Bîbikan

Kurmanckî
Helbest:
1. Erîvan Mûşû- A Reqûîm 
2. Cengîz S.H Celîk- Desstan ser

...