'Heqîqet, di eynika çiyê de ne xêzikekê ne jî hilmê qebûl dike'

Jêhat Bêrtî yê li Ewropayê rojnamevanî kir û bi nivîsên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê û gerîla tê naskirin, bi xebateke nû ya li çiyayê Kurdistanê re derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.

Li çiyayên Kurdistanê, xebatên li ser jiyan û têkoşîna gerîla her balê dikişînin ser xwe. Çiyayên azadiyê, ku weke cihên kûrbûna nirxên bingehîn ên 40 salên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne, hem ji bo têkoşînê, hem jî ji bo gelek qadên hunerê yên mîna wêje, muzîk û sînemayê re bûne çavkanî, bûne îlham.

Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo gelek kesên dixwazin xebateke bi vî rengî bimeşînin, bûye cihê mirov berê xwe didinê. Jêhat Bêrtî yê li Ewropayê rojnamevanî kir û bi nivîsên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê û gerîla tê naskirin, bi xebateke xwe ya nû ya li çiyayên Kurdistanê re derdikeve pêşberî xwendevanan.

Bêrtî piştî kedeke demdirêj, pirtûka xwe ya ji du bergan a li ser jiyan û pêvajoya têkoşînê ya ji fermandarên jinê yên sembol Nûda Karker (Nazan Bayram) û Viyan Soran (Leyla Welî Hesen), qedand.

Pirtûkan bi navê "Bi Çîrokan re Ruhê Cêwî û Bi Belgeyan re Ruhê Cêwî" li çapxaneya Roj a li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat çapkirin. Pirtûk li eleqeyeke mezin a gerîlana rast tê.

Di pirtûka xwe de nivîskar her wiha cih da axaftinên heval û malbatên her du fermandarên gerîla. Pirtûk di encama kedeke demdirêj a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de hat amadekirin.

Jêhat Bêrtî beriya van her du bergan, ku pirtûka sêyemîn a li çiyê amade dike ye, li çiyayên Kurdistanê pirtûkên bi sernavên" Nivîsên Çiyê" û "Nivîsên Pepûle" amade kiribû û ev her du pirtûk li Tirkiye û Ewropayê hatibûn weşandin.

...