ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Dibistana Ehmedê Xanî dewreya xwe ya 20’emîn jî bi dawî kir
Dibistana Ehmedê Xanî (saziya ziman) a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, dewreya bi navê Ş. Bêrîvan a ku ji 15 xwendevanan pêk dihat bi merasîmekê bi dawî kir. -
Edîtora JINHA'yê Dogan nameyek ji festîvala Doûarnenezê re şand
Ji edîtorên yekemîn ajansa nûçeyan a jinê ya cîhanê JINHA Zehra Dogan wê tevlî festîvalek li Fransayê bibûya, lê belê ji ber ku girtî ye, bi rêya nameyê tevlî bû. -
Di festîvala li Kanadayê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Festîvala Aştî û Çanda Kurd hat lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Irmak û Ozsoy li vir axivîn û banga xurtkirina piştgiriya hev kirin. -
Babaoglû: Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Hevserokê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Îrfan Babaoglû diyar kir ku pergala heyî hewl dide zimanê Kurdî tine bihesibîne û got; “Gelê Kurd bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têdikoşe û wê têbikoşe.” -
1. Konferansa Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn
Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn Konferana xwe ya 1. pêk anî. Di encamnameyê de hat gotin, "Di konferansê de kêmasiyên me yên rêxistinbûn, têkoşîn û hilberînê hatine nirxandin û biryara rêxistinbûneke xweser hatiye dayîn." -
Mihîrcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûr destpêkir
Li Dersimê Mihîrcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûr ya 16. bi hatina herêmê ya gelek Pîrên Elewî û Dayikan bi dûa û gulbangê destpêkir -
Wêneyên Rojava li Parlamenta Ewropayê tên nîşandan
Li Parlamenta Ewropayê, pêşangehek ji wêneyên Rojava hat vekirin. Di vê pêşangeha ji wêneyên Thomas Schmîdînger pêk tê de, tevî şervanên YPJ'ê pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê tê vegotin. -
Li Swêdê, têkoşîna ji bo parastina zimanê 3 hezar kesî
Alvdalska, ku li navçeya Alvdalen a herêma Dalarna ya li bakurê Swêdê 3 hezar kes pê daxivin, ji aliyê SIL International a li Dallasê ve, ku zimanan destnîşan dike, weke zimanekî hat qebûlkirin. -
Derhênerê bi nav û deng ê Îranê Abbas Kîarostamî jiyana xwe ji dest da
Ji navdarê herî girîng ên sînemaya Îranê Abbas Kîarostamî, li paytexta Fransa Parîsê jiyana xwe ji dest da. -
Termînolojiya Şaredariyê bi Zazakî tê çêkirin
Bi piştigiriya Şaredariya Mezin a Amedê bi armanca ku ji hêla Komxebata Vateyê ve bi Zazakî termînolojiya şaredariyê were çêkirin xebateke 4 rojî hate kirin. -
Li Amedê Rojên Hunerê destpê dikin
5. Rojên Hunerê yên ku bi hevkariya Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwîn pêk tê, di 28-30 Hezîranê de destpê dike. -
Xelatên 3. Festîvala Çîrokan a Rojava hatin belavkirin
Festîvala Çîrokan a Rojava ku îsal cara sêyemîn hat lidarxistin, bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. -
Li Swêdê konsera ji bo Amûdê
Ji komên naskirî yên Swêdê Falû Fredkor (Koroya Aştiyê ya Falû) ji bo piştgiriyê bide bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Borlange konserek lidar xist. -
3. Festîvala Çîrokan a Rojava dewam dike
3. Festîvala Çîrokan li Qamişloyê dewam dike. Tevî Kurdî, beşdar bi çîrokên bi zimanên Erebî û Suryanî jî tevlî dibin. -
Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelekî destpê kirin
Serlêdanên ji bo 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî destpê kirin. Serlêdan wê heta 31'ê Tebaxa 2016'an bên kirin. -
Li Eupenê Kurdan di Roja Piştevaniyê ya Şaredariyê de stant vekirin
Li bajarê Eupen ê Belçîkayê, Kurdan di Roja Piştevaniyê ya Şaredariyê de stant vekirin û çanda Kurdan dan nasandin. -
Roza Metîna: Em xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin
Ji Komeleya Nivîskarên Kurd helbestvan Roza Metîna banga xwedîderketina li zimanê dayikê, ku parçeyek ji hebûna mirovan e, li Kurdan kir. -
Li Fransayê Hefteya Çanda Kurd destpê dike
Li paytext Parîsê, wê di 27-28-29'ê Gulanê de, di çarçoveya Hefteya Çanda Kurd de çalakî bên lidarxistin. -
TEV-ÇAND'ê konferansa xwe ya 5. lidar xist
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ya Ewropayê konferansa xwe ya 5. li bajarê Elmanya Kolnê lidar xist. -
Filmê trajediya Êzîdiyan vegot li Cannesê xelat girt
Kurtefilmê “Hevêrk” ê trajediya Êzîdiyan vedibêje, di 69. Festîvala Filmên Cannesê ya Navneteweyî de xelat stend. Derhêner Rûken Tekeş got xwestiye ku trajediyên Kurdên Êzîdî nîşan bide. -
Elîf Guney qala bavê xwe Yilmaz Guney kir
Festîvala Çand û Hunerê ya GÎK-DER a li Londonê îsal diyarî Yilmaz Guney hat kirin. Di panela festîvalê de Elîf Guney Putun qala bavê xwe kir. -
Li Kopenhagenê Festîvala Çandê ya Anatoliya Navîn hat lidarxistin
Kurdên li paytexta Danîmarka Kopenhagen û derdora wê dijîn, di Festîvala Çandê ya Anatoliya Navîn de li hev civiyan. -
Hevberdevkên HDK'ê: Em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin
Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kirin. -
HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. -
Ji dibistanekê gihaşt akademî û peymangehan
Xebatên zimanê Kurdî yên li Kobanê bi pêşengiya SZK'ê ji dibistanekê destpê kirin, piştî 5 salên şoreşê îro gihaştiye asta akademî û peymangehan. Îro li seranserê Kobanê û gundewarên wê, zimanê Kurdî bûye zimanê sereke yê perwerdeyê.