Agir bi qada daristanî ya Omeryayê ket
Li herêma Omerya ya Mêrdînê ji ber çirûska ji dîrekê elektrîkê agir bi qada daristanî ket.
Li herêma Omerya ya Mêrdînê ji ber çirûska ji dîrekê elektrîkê agir bi qada daristanî ket.
Li herêma Omerya ya Mêrdînê agir bi qada daristanî ket. Li taxa bejahî ya Qûde ya navçeya Mehsertê, çirûskên ji dîrekên elektrîkê agir bi pûş xist. Agir bi bandora bê li qada daristanî belav bû.
Gundiyan hewl dan bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Tîmên arkujî û Midûriyeta Bajêr a Daristanan tevlî karê vemirandina şewatê bûn.
Hewldanên ji bo vemirandina şewatê dewam dikin.