Qedexekirina zimanê dayikê zalimî ye

"Divê zarok karibe ji pêşketina ser ya li dibistanê serbilind be û bi kêfxweşî vê nîşanî malbata xwe bide. Lê eger hûn zimanê dayikê qedexe bikin, hingî wê dibistanê weke xiyanetek li malbat û çanda xwe bibîne. Ev yek jî wê rewşeke gelekî zalimî be."

Li Tirkiyeyê mejiyê dewletê û rêveberên wê, di her nîqaşa li ser mijarê de îdîa dikin ku 'zimanê duyemîn' wê rê li ber pirsgirêkên îdarî, siyasî û civakî veke. Lê belê li yek ji welatên herî pêşketî yên cîhanê li Swîsreyê, çar ziman bi fermî tên qebûl kirin. Beşeke girîng a mirovên li vê derê dijîn bi her çar zimanan jî diaxivin: Bi zimanên Elmanî, Fransî, Îtalyanî û Reto-Romanî

Baş e çima çar ziman? Pisporên ziman ên Swîsreyî destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê di pêkhatina aştiya civakî de xwedî girîngiyeke mezin e. Zanyarên ziman dibêjin "Qedexekirina zimanê dayikê zilma herî mezin a li hemberî gelekî ye."

Ji Profesorên Enstîtuya Çand û Zimanê Fransî ya Zanîngeha Neûchatelê (L’institut de langue et civilisation française) Carîne Skûpîen Dekens, hîndekara Zanistên Perwerdeyê ya heman Zanîngehê Tentî Mehmetî û rêvebera "forûma bi du zimanan" a bajarê bi du zimanan Bîelê Vîrgîne Borel, modela perwerdeya zimanê dayikê ya li welatê xwe û girîngiya wê ji nûçegihanê ANF'ê Serkan Demîrel re vegotin.

KANTON DIYAR DIKIN

Vîrgînîe Borel da xuyakirin, ku kantonên li Swîsreyê rê û rêbazên perwerdeya li nava sînorên xwe diyar dikin û got, "Kanton perwedeya ziman jî bi xwe diyar dikin. Mînak li kantonên Fransî zimanê perwedeyê Fransî ye, lê zimanê Elmanî yê ku li piraniya welêt tê axivîn weke 'zimanê biyanî yê mecbûrî' hatiye diyarkirin. Li kantonên Elman jî, li herêmên nêzî herêma Fransî zimanê Fransî, li kantonên din jî Îngilîzî weke zimanê duyemîn tê hînkirin."

MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ MIROVAN NÊZÎ HEV DIKIN

Borel da xuyakirin ku li beşeke biçûk a welêt zimanên Îtalyanî, Fransî, Elmanî û Îngilîzî bi hev re tên bikaranîn û ev yek rê li ber ti zor û zehmetiyan venake. Borel got, "Swîsreyî kombûna li ser neteweyeke etnîkî nîne, li ser hevgirtina dilxwazî û çand û zimanên cuda ye. Ji ber vê yekê, ya ku vî welatî diafirîne hebûna cihêrengiyê, naskirina zimanên cuda bi awayekî fermî û qebûlkirina wan weke zimanê perwerdeyê ye. Lewma ev yek li welêt rê li ber pirsgirêkan venake, berevajî tevkariyeke mezin li xwedîderketin û parastina welêt dike."

ZARAVA JÎ TÊ PARASTIN

Profesor Carîne Skûpîen Dekens diyar kir ku ji sedî 25 ê xwendekarên dibistana seretayî yên li Swîsreyî re agahî tê dayîn, ku tevî zimanên fermî yên welêt, xwedî zimanekî din ê dayikê ne. Dekens got, "Tevî vê yekê li herêma Fransayî ya Swîsreyê, zimanê sereke yê tê hînkirina Fransî ye. Fransî li vê derê zimanê zarokan ê li nava malbatê, kreşê û têkiliyên li dibistanê ye. Li herêma Elmanî jî, zimanê dayikê yê zarokan ku Elmaniya Swîsreyê ye û Elmaniya li dibistanê tê hînkirin, wekhev nînin. Zaravayê Elmaniya Swîsreyê li nava malbatê tê axivîn, lê weke zimanê nivîskî nikare bê bikaranîn. Lewma zarok bi xwendin û nivîsandinê re zaraveyekî nû jî hîn dibin. Lê belê divê were destnîşankirin, ku ev yek zaravayê gel bêqîmet nake. Hemû mamoste, di navbera dersan û piştî dersan, bi vî zaravayî diaxivin."
Li gorî Dekens, dema mirov bi zimanekî din jî hîn bibe, ev yek wê tevkariyê li aştiya civakî bike û dibêje, "Em hemû bi têra xwe zimanên hev dizanin ku bi hev re têkiliyê deynin."

ZALIMÎ YE!

Dekens destnîşan kir ku dijderketina li hînbûna zimanê dayikê ya zarokan beriya her tiştî tinehesibandina esil û çanda wan e, biçûk xistina wan e û got, "Zarok ji hînbûnê re vekirî ye û divê karibe bi tişta li dibistanê hînd ibe re serbilind be. Û bi kêfxweşî divê karibe vê pêşketina xwe nîşanî malbata xwe bide. Lê eger hûn zimanê dayikê qedexe bikin, hingî wê dibistanê weke xiyanetek li malbat û çanda xwe bibîne. Ev yek jî wê rewşeke gelekî zalimî be."

'DIBE KU ZAROK LI BER XWE BIKEVE'

Ji bo pirsa "Zarokên bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nebin, dikevin bin bandoreke çawa?" Ji Beşa Zanistên Perwerdeyê ya Zanîngeha Neûchatel Tentî Mehmetî e bersiv da: "Dema zarokek dest bi dibistanê kir û neçar ma bi zimanekî ne yê dayika xwe hînî xwendin-nivîsandinê bibe, hingî dibe ku zarok li ber xwe bikeve. Yanî, dema zarokek bi zimanekî nû dest bi perwerdeyê kir, wê demê dikare bifikire ku xiyanet li dê û bavê xwe dike. Li gorî lêkolînek di vî warî de li Fransayê di nava mirovên nû hatine Fransayê de hat kirin, nîşan dide ku ev rewş pêşî li hînbûna Fransî jî digire. Her wiha îmaja zimanê dayikê û îmaja malbatê ya di hişê zarok de jî, dikare xera bike."

'KARÊ XWENDEKARÊN KURD ZEHMET E'

Mehmetî da xuyakirin ku nebûna perwerdeya bi zimanê kurdî, standartnebûna vî zimanî, her wiha tevî hebûan gelek zaravayan avanebûna gramera zimanê Kurdî, karê xwendekarên Kurd zehmet dike.

...