Gurxenêq hat çapkirin
Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul pirtûka xwe ya şeşan bi navê “Gurxenêq” li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Pirtûk ji çar çîrokan pêk tê.
Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul pirtûka xwe ya şeşan bi navê “Gurxenêq” li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Pirtûk ji çar çîrokan pêk tê.
Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul pirtûka xwe ya şeşan bi navê “Gurxenêq” li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Pirtûk ji çar çîrokan pêk tê. Çîroka navê wê li pirtûkê hatiye danîn “Gurxenêq” çîrokeke dirêj e û di heman demê de mijara wê aktuel e. Di çîrokê de mijar zordestiya dewleta Tirk e. Ciwanekî ji van êrîşan zivêr dibe, tolhildanê difikire. Ji bo vê jî serê xwe diêşîne û di dawiyê de bi alîkariya dostekî xwe yê di zindanê de nas kiriye, rêxistineke pir bi dizî ava dike. Awayê wî yê tolhildanê gurxenêqî û gurêxî ye. Ji ber ku dijminê Kurdan xwe dişibîne guran, ciwanê me jî xwe dişibîne gurxenêqan û heyfa xwe hiltîne. Mijara çîrokê li pêşiya me tejaneyeke fireh a romanê datîne, lê em nizanin çima nivîskar kurtebirr bi meseleyê daketiye û hê li destpêkê nuqteya dawî daniye. Çîrokên din ên bi navê “Destavêtin”, “Gulê” û “Qurbanko” kiniktir in, lê ji aliyê mijarê ve weke destekên stûnê çîroka sereke temam dikin. Li ser pirtûkê em bi nivîskar Rêşad Sorgul re axivîn û wî der barê pirtûkê de agahî da me û got, çîrok bi deng jî xwendine û xwestiye weke CD bi pirtûkê re were belavkirin, lê mixabin weşanxaneyê xemsarî kiriye û CD pê re tomar nekiriye. Sorgul bi taybetî îşaret bi girîngiya çîroka Gurxenêq kir û got: “Min xwest bi vê çîrokê hem şêweyekî nû biceribînim, hem jî min xwest li hemberî van êrîşên çavsorane deriyekî zêhnî û çareseriyekê bibînim. Ji ber ku hêza Kurdistaniyan têra xwe heye sed carî van êrîşan bişkînin.” Hêja ye ku em bi bîr bixin, Sorgul bi tecrûbeya xwe ya salan a dûblajê bi dehan berhem bi deng xwendine û li ser tevna înternetê belav kiriye.
RÊŞAD SORGUL KÎ YE?
Rêşad Sorgul di sala 1968'an de li navçeya Amedê Çinarê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welat derket cotkarî kir. Di sala 1991'ê de çû paytexta Misrê Qahîreyê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Bêrûtê şaxê Iskenderiye beşê Huqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha el-Azherê beşê dîrokê xwend. Di îlona sala 1994'an de ji Qahîreyê derket. Piştî çar mehan xwe gihand bajarê Elmanyayê Hannoverê. Du salan jî di derxistina kovara Baweriyê de xebitî. Di gulana sala 1997'an de li MED TV'ê dest bi xebatê kir. Paşê li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TV xebitî. Niha jî li Stêrk TV dixebite.
BERHEMÊN WÎ
Veger (Tîrmeh 2001 - Weşanên Rewşen li Elmanyayê)- ceribandin
Evdalkovî (Sibat 2004 - Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê)- bîranîn
Seydayê Min (Sibat 2007 - Weşanên Belkî / Stenbol)- çîrok
Niqutî Dilê Min (Nîsan 2010) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- roman
Pêjna Feqî (Mijdar 2013) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- çîrok
BERHEMÊN WERGERANDINE KURDÎ
Bîranînên Gurbetê - 1999 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Gurbetelli Ersöz)
Awaza Bilûrê - Çile 2000 / Weşanên Jina Serbilind li Elmanyayê (Berjin Haki)
Gilgamêş - Sibat 2004 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Orhan Asena)
Parastina Gelekî - Cotmeh 2004 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Bazinê Nînattayê - Adar 2008 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Ahmet Ümit)
Şaristanî - Tebax 2009 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Şaristaniya Kapîtalîst - Adar 2010 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Sosyolojiya Azadiyê - Îlon 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk - Mijdar 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Li Tirkiyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê (Nexşeya Rê) - Nîsan 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de - Îlon 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Li Tirkiyê Tevkujiya Kurdan - Adar 2013 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Cemiyeta Xoybûnê)