Fîlmê Kobanê 'Nûjîn' li Bonnê ye

Fîlmê dokûmanter ê derhêner Veysî Altay ê li ser berxwedana Kobanê, li Bonnê hat nîşandan.

Fîlmê dokûmanter ê derhêner Veysî Altay ê li ser berxwedana Kobanê, li Bonnê hat nîşandan.

Fîlm ji aliyê Ciwanên Azad ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat nîşandan û bi giranî ciwanan lê temaşe kirin. Derhêner Altay piştî nîşandan fîlm, bi temaşevanan re sohbet kir û bersiv da pirsên ciwanan.

Di fîlmê Nûjîn de, bi şahîdiya Altay re jiyan û berxwedana sê şervanên YPJ'ê Şehît Viyan Peyman, Elîf Kobanê û Arjîn ên di şerê bajêr ê Kobanê de tê vegotin.

Fîlm beriya niha li Stenbol û Kurdistanê jî hatibû nîşandan. Fîlmê ku di hefteya bihurî de li Elmanyayê li Zanîngeha Essenê, bajarên Aachen, Dusseldorf û Bonnê hat nîşandan, wê li gelek navendên girîng ên Ewropayê yên weke Berlîn, Parîs û Viyanayê jî bê nîşandan.

Yên dixwazin fîlm bidin nîşandan, dikarin ji navnîşaşa Mezopotamya Sinema Yapım 13: [email protected] yan jî ji navnîşana derhêner Veysî Altay a ; [email protected] daxwaza xwe bilêv bikin.

Derhêner Veysî Altay beriya dokûmantera 'Nûjîn', li ser kuştinên 'kiryar nediyar' ên navbera salên 1990-1996'an ên ji aliyê dewletê ve hatin dikin dokûmanteran bi navê "Kuştinên dewletê" û dokûmantera bi navê "Berxwedana 33 salan a Dayika Berfo" amade kir. 

Altay di heman demê de xwedî pirtûkeke bi navê "Em ên winda" ya li ser têkoşîna Dayikên Şemiyê, ye.

...