10. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SîneMardîn bi dilşikestî destpê kir
10. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SîneMardîn ku ji ber şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn îsal du caran hat taloqkirin, duh bi awayekî dilşikestî destpê kir.
10. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SîneMardîn ku ji ber şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn îsal du caran hat taloqkirin, duh bi awayekî dilşikestî destpê kir.
10. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SîneMardîn ku ji ber şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn îsal du caran hat taloqkirin, duh bi awayekî dilşikestî destpê kir. Festîvala bi mijara 'Însan û sînema' wê heta 20'ê Mijdarê dewam bike.
10. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mêrdînê ya SîneMardîn, ku mijara xwe ya îsal "Însan û sînema" ye û duh bi awayekî dilşikestî destpê kir. Festîval ji ber şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn îsal du caran hat taloqkirin. Festîvala ku wê heta 20'ê Mijdarê bidome, duh li Salona Pêşandanê ya SîneMardînê bi kokteylê destpê kir. Di merasîma vekirinê de tevî sînemahez, Seroka 10. Festîvala Fîlman a SîneMardîn Munevver Helun Firat, Hevşaredara Artûklû Sevînç Bozan, Derhêner û Lîstikvan Selamo û gelek derhêner û lîstikvanên din amade bûn. Li dû kokteyla beriya festîvalê hat dayîn, Helun Firat axaftina vekirinê kir û anî ziman ku ji ber şerê li herêmê ew neçar mane du caran festîvalê taloq bikin û îro jî bi dilşikestî didin vekirin. Firat diyar kir ku wan ji bo festîvalê bernameyek giraniyê dide erdnîgariya herêmê amade kirine û da zanîn, ku wan cih dane gelek fîlmên ku wê îsal nû bikevin weşanê.
Hevşaredara Artûklû Sevînç Bozan jî di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser şerê li herêmê û anî ziman ku birînên li herêma me vebûne, ancax bi hunerê dikarin werin pêçandin. Bozan got, "Huner berxwedan e, huner serhildan e. Di rojên bi vî rengî de girîng e em xwedî li hunerê derkevin."
Li dû axaftinan, festîval bi nîşandana fîlmê "Mardan" ê Batîn Ghoadî, destpê kir. Ji ber tevlîbûneke zêde, gelek kes neçar man li ser piyan li fîlm temaşe bikin.
Di bernameya festîvalê de bi giştî 35 fîlm cih digirin. Tevî fîlmên "Ablûka", "Guneş Tepedeyken", "Masallar", fîlmê "Asabî Degîlîm" ê Reza Dormîshîan" û "Dîl Surçmesî" yê Amr Salama ku yekemcar li Tirkiyeyê tê nîşan, derdikeve pêşberî sînemahezan. Di SîneMardînê de wê ji sînemaya Îranê re jî cihekî taybet bê veqetandin.
Temaşekirina li fîlman wê pere be û hemû atolyeyên analîz û çêkirina fîlman wê li sînemahezan vekirî bin.