Pirtûkxaneya Kurd li ber xwe dide
Yekemîn Pirtûkxaneya Kurd a li Cîhanê, ku di sala 1997'an de li Stockholmê hat vekirin, bi zor û zehmetiyên aboriyê re rû bi rû ye.
Yekemîn Pirtûkxaneya Kurd a li Cîhanê, ku di sala 1997'an de li Stockholmê hat vekirin, bi zor û zehmetiyên aboriyê re rû bi rû ye.
Yekemîn Pirtûkxaneya Kurd a li Cîhanê, ku di sala 1997'an de li Stockholmê hat vekirin, bi zor û zehmetiyên aboriyê re rû bi rû ye. Piştî ku alîkariya dewleta Swêdê ya dide pirtûkxaneyê ji 1 mîlyon kronî daket 400 hezar kronî, pirtûkxane rastî pirsgirêkên aboriyê hat.
Pirtûkxaneya ku beriya niha sê xebatkarên xwe hebû, niha xebatkarekî xwe yê bi tenê heye. Şefê pirtûkxaneyê Newzat Hîrorî neçar e ji paqijiyê heta temsîla pirtûkxaneyê di nava saziyan de, hemû karên pirtûkxaneyê bi xwe dike.
BÛ MEXDÛRÊ POLÎTÎKAYÊN LÎBERAL
Polîtîkayên lîberal ên nû yên hikûmeta koalîsyonê ya ji çar partiyên rastgir a navbera salên 2006-2014'an, bandoreke neyînî li qada wêje, çand û hunerê kir.
Alîkariyên ji bo kovar, pirtûkxane û projeyên hunerî hatin kêmkirin. Yek ji saziyên ku ket bin bandora neyînî ya polîtîkayên lîberal ên nû, Pirtûkxaneya Kurd a li taxa Alvîk a Stockholmê ye.
Armanca damezrandinê ya vê pirtûkxaneyê, parastina nirxên wêjeyî û hunerî yên Kurdên li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê rastî zextê tên, pêşîgirtina li tinekirina mîrateya çanda Kurd e.
Li pirtûkxaneyê piraniya wan bi Kurdî ji 30 zimanan bi qasî 130 hezar pirtûk û kovar, belge û peymanên Kurdan eleqedar dikin, hene. Ne tenê hunermend û nivîskarên Kurd, hin lêkolînerên Swêdî û welatên din jî ji bo xwe bigihînin agahî û belgeyan, serî li Pirtûkxaneya Kurd didin.
Pirtûkxaneya Kurd, xwedî heman statuya pirtûkxaneyên din ên li Swêdê ye û bi heman rêbazan dixebite. Ji ber vê yekê polîtîkayên kember şidandinê yên hikûmeta rastgir a beriya niha, bandorek neyînî li ser wê jî kir.
Parlamenterê Partiya Gel Fredrîk Malm û Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Karker Anna-Lena Sorenson diyar kirin ku divê çand û hunera Kurd werin parastin. Parlamenteran mijar xistibûn rojeva parlamentê û li dijî kêmkirina alîkariyên ji bo Pirtûkxaneya Kurd derketibûn.
ŞEVÊN ÇANDÊ JÎ TÊN LIDARXISTIN
Hîrorî dibêje, ku ji bo pirtûkxane hebûna xwe bidomîne ew neçar mane hin rêze tedbîran werbigirin. Hîrorî diyar kir ku wan kirîna pirtûk û kovaran dane sekinandin, navnîşaneke înternetê ya bê pere peyda kirine. Hîrorî da xuyakirin ku ji bo piştgirîdayîna pirtûkxaneyê ew şevan jî idar dixin.