BI DÎMEN

'Divê hunermend ji her kesî zêdetir xwedî li çanda Kurdî derbikevin'

Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla destnîşan kir ku çiqasê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, divê hunermend jî hîn zêdetir berxwedanê mezin bikin û xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.

Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla têkildarî êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li ser çand û hunera Kurdî û divê helwesta hunermendan li dijî vê yekê çi be, ji ANF’ê re axivî.

Argeş Delîla di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku çand bi ked û fikra mirov ava dibe û wiha peyivî: “Bi demê re êdî ji bo çand bibe xwedî nasnameya civakî, divê civaka wê bi xwe jî di nav de be. Ji dîrokê heta niha ev wisa hatiye. Lê ji ber şert û mercan bi demê re di nava guherînan re derbas bûye. Lê her çiqas bi guherînan re derbas bûyîbe jî, mirov bi civak û civakbûnê tê pênasekirin. Dibe ku îfadeyên xwe pir in, di aliyên mirov ava kirî de, pênaseya xwe dibîne. Yê çand ava kirî em dikarin bêjin mirov, civakîbûn û bi zimanê wê yê xurt jî huner û hunermend temam dike. Di roja me ya îro de jî helbet wiha ye. Bi wê ve girêdayî huner, kom û komunal nebe wê tam nekarin erka xwe ya xizmeta ji jiyan û civakê re bike.

Hêz û enerjiya kom, komîn û komunalbûnê ji avabûna gerdûnê heta niha her çûye zêdetir xwe îspat kiriye. Ya xweşik dike ew enerjî ye, ew enerjiya kom û komûnalbûnê ye. Niha dema em dibêjin çand, hem hafiza mirov û ya civakê ye, hem pênaseya dîrok û hebûna mirov, tê bîra mirov. Divê em ruhê  komunal ti carî ji bîr nekin. Bi şexsekî ti caran çand nayê avakirin. Ger were avakirin jî, nagihije encamê yanî nakeve xizmeta civakê. Ya ku wê berfireh bike, her tim ew ruhê hevgirtî ye. Ya wê bigihîjîne cewherê wê jî di heman demê de ew e. Ya ku çandê ava dike, ew ruhê civakîbûn û komunalbûnê ye.”

Argeş Delîla îşaret bi pirsgirêkên di dema me ya heyî de kir û ev tişt bilêv kir: “Di roja me ya îro de pirsgirêkên derdikevin hene. Duh jî hebûn, lê îro gihiştiye lûtkeya herî xeter. Wextekê tê zanîn, piştî serhildana Şêx Seîd û şûn de mesele li milê Tirkiyeyê, dewleta Tirk ji bo tunekirina vê çand û komunalbûnê, plan û projeyên nû yên qirkirin û asîmîlasyonê li dijî gelê Kurd û civakên Tirkiyeyê xiste meriyetê. Lê bi taybet ev li dijî Kurdan hate pêkanîn. Yek ji wan jî plana Şark Islahat e. Gelo ma pirsgirêka Kurdan çi bû ku ev plan xistin meriyetê? Di rastiyê de pirsgirêka yê ku ev plan û proje pêş xistî, heye. Ew bi xwe di asteke nexweş de ye. Her hunermendekî yê li ser navê demokrasiyê, azadîxwazî û welatparêziyê, yê ku li ser nasmaye çandî hunerî dixwaze vî karî bike, divê wê plan û projeyê baş nas bike. Sala 1925’ê çi kirin, dixwestin çi bikin. Dixwestin çanda Kurd, hebûna Kurd ji holê rakin. Di roja me ya îro de bi ser nexistine û her berdewam dike. Di heman demê de dîsa ew hevpeymana ku welat pê hatî çar parçekirin, di roja me ya îro de jî heman tişt berdewam dike. Lê belê dagirker û hegemon vê baş dizanin, ger tu bixwazî dest deynî ser gelekî tenê tu erdnîgariya wê dagir bikî, têrê nake divê tu ruh tune bikî. Ruh jî di çandê de heye. Bi taybet civakeke weke ya Kurd, hebûna xwe di çandê de pênase dike. Hebûna xwe bi hunerê pênase dike. Her hunermend mecbure vê dîrokê baş bizanin. Di vê sedsalê de çi hat bi serê Kurdan û civakên din, divê baş bizanin. Ti kes bila nebêje civaka Kurd xwedî dîrokek pir kûr e lewma tune nabe. Civakek eger ji aliyê dagirker û hegemonya ve li ser esasê çandê bê hedefgirtin, ihtimal heye plana wan bi ser bikeve. Çima, Ji ber ku li hemberî wê êrîşê berxwedaneke pir xurt a çandî û manewî eger neyê pêşxistin, mixabin wê têk biçe.”

Argeş Delîla di berdewama axaftina xwe de ev tişt diyar kirin: “Tevî ku ev zêdeyî 40 sal in berxwedaneke çandî tê meşandin, serketinên muazam hatine bidestxistin, lê belê di roja me ya îro de jî heman êrîş hîn bi xetertir didomin. Tehemûlî govendeke Kurdî nayê kirin. Hunermend divê vê îro baş bifikirin. Hişyariya Rêber Apo li me kirî, divê em ji bîr nekin û bi taybet jî hunermend divê ji bîr nekin. Rêber Apo got, êdî weke berê em ê nejîn, şer nekin. Yanî ev yek tê wê wateyê ku berpirsariyeke pir mezin dikeve ser milê me. Şert û merc hatine guhertin. Êdî dijmin jî weke berê êrîşî me nake. Êdî dijmin jî hinek tiştan hêsan nagire dest. Hunermend jî divê weke berê nejîn û nefikirin. Rewş hatiye asteke hebûn û tunebûnê. Bi taybet hunermendê li ser navê pêşengiyê civakê derdikeve ser rê, divê destpêkê xwe hişyar bike. Piştî wê jî erka xwe ya hişyarkirina civaka xwe, pêk bîne. Her berhemê derdikeve, divê li ser vî esasî were derxistin. Em di rojeke welê de ne ku bi taybet hunermendê li ser esasê pêşengtiya civakê û şoreşgertiyê êdî divê hesabê dagirkeriyê û qirêjî û pêkanînên dagirkeriyê neke. Her berhem û her gav avêtin û çalakî, divê li ser vî esasî her hunermend bifikire ku çawa dikare pêşî li van êrîşan bigire. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê û her devera ku Kurd lê dijîn, divê bi dostên xwe re xwe rêxistin bikin. Dagirker êdî ber sekaretê ne, li hemberî wê hêzeke ji dil û can û bi fedayiyane şer dike heye. Huner û Hunermend jî ji bo vê şoreşê baş pênase bike, pêwîstiyên şoreşê çi bin, pêwîste huner li ser wê esasê pêş bikve. Bi rastî em di demek pir xeter de ne. Di asteke welê de ne ku tehemûlî cil û berg, stran û govenda Kurdî nayê kirin. Ev tê wê wateyê ku wê ji berê hîn zêdetir êrîşan pêk bîne. Dema ku ew yek êrîşê dike, divê hunermendên Kurd bi berhemên xwe li ber xwe bidin.”

Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Dîsa ez bang li hunermendên me yên hêja dikim ku divê ji her demê zêdetir bigihijin hevdû û ji her demê zêdetir bi komî karê xwe bikin. Mesele ne tenê ewe ku hema komekê ava bikin, yek kes tena serê xwe jî be divê komîn û komunal bifikire, bijî û kar bike. 2-3 pêşniyaran jî em bikin. Divê yek kêliyê tenê jî ji civaka xwe qut nebin. Divê ji her demê zêdetir di nava civaka xwe de bin. Civak mirov perwerde dike, civak îlham û hestên nû, fikir dide mirov. Ev jî wê berhema hunermendan xurttir bike. Ya din jî divê hunermendên me, navendên me yên çand û hunerê dakevin kolanan li dijî qedexekirina govend û stranên xwe, xwedî li çanda xwe derkevin. Ji 7 heta 70 saliyê, divê her kes ji bo parastina çanda xwe bikevin nav çalakiyan. Bila bi hezaran kes govendê bigerînin. Bila hunermendên me semîneran bidin, bigerin û civaka xwe baştir agahdar bikin. Ji bo em bikarin li dijî van êrîşan, bi berxwedaneke mezintir serketina xwe bi dest bixin. Serketin di her alî de pêwîst e. Ji xwe gerîla li çiya berxwedaneke bê hempa dimeşîne. Divê ev berdêlên hatîn dayîn, bêxwedî nemînin. Ev berdêl bi xwîn, can û nefesê tên dayîn.”