PHKÊ rizgarkirina Şengalê silav kir

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) rizgarkirina Şengalê bi pêşengiya gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê silav kir.

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) rizgarkirina Şengalê bi pêşengiya gerîlayên HPG/YJA Star û hêzên YBŞ/YPJ Şengalê silav kir.

Di daxuyaniya li ser navê plaformê de banga yekîtiyê li hemû hêzên Kurdistanî hat kirin û hat ragihandin, ku ew hêvîdar in Şengal bibe wesîleya aştî û azadiya Kurd û Kurdistanê.

Platformê bal kişand ser berxwedana dîrokî û bêhempa ya hêzên HPG/YJA Star, YBŞ/YPJ Şengalê ya ji destpêka rabûna ferman 73'an û vir ve li Şengalê dimeşîne û hat gotin, "Em bawerin wê bi quwata van hêzên me, em ê hîn serketinên mezin bijîn. Gelê Kurdistanê biryara azadiyê daye û wê heta serketinê bimeşe."