NY: Li Xezeyê di dema belavkirina alîkariyê de herî kêm 600 kes hatin kuştin

Neteweyên Yêkbûyî (NY) ragihand ku li Xezeyê ji meha Gulanê û vir ve dema balavkirina alîkariyan de 613 kes hatine kuştin û ji van 509 kes nêzî cihên belavkirina alîkariyan ên GHF’ê ya ku DYE û Îsraîl alîkariya wê dikin, hatine kuştin.

Îsraîl di 26’ê Gulanê de ambargoya alîkariya a mirovî li ser Xezeyê rakirbû û destûr dabû ku Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezeyê. (GHF) alîkariyê bigihîne Filîstîniyan.  

Lê dema ku GHF’ê alîkarî belav dikir gelek caran dîmenên kaotîk û komkujiyan derketin holê.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasanî li ser vê mijarê li Cenevreyê daxuyanî da û got, “Ji destpêka alîkariya weqfêî heya 27’ê Gulanê 613 kes hatin kuştin û ji van 509 kes li nêzî cîhên balavkirina alîkariyê yên GHF’ê pêk hatine.”

Shamdasanî anî ziman ku kesên din jî nêzî karwanên NY û saziyên din hatin kuştin. Shamdasanî da zanîn ku ji ber ku Komîserî a Bilind bo piştrastkirina kuştinên nû dixebitin, hejmara miriyan tê guhertin.

Berdevk bi bîr xist ku li Xezeyê hin jî li hember xwe gihandina agahiyan astengî hene û peywira wan pir zehmet e.

Shamdasanî derheqê berpirsyariya kuştinan de jî wiha axivî: “Filîstîniyên ku xwestin xwe bigihînin cihên alîkariyê, ji aliyê artêşa Îsraîlê hatin bombebarankirin û bi guleyan ji nêz ve hatine kuştin.”

NY û saziyên sereke yên alîkariyê diyar kirin ku GHF li gor berjewendiyên artêşa Îsraîlê rêve diçe û rêgezên bingehîn ên mirovî binpê kirine û xebata li gel vê saziyê red kirin.

Lê weqfê anî ziman ku ji bo parastina navendên xwe xebatkarên ewlehiyê yên çekdar peywirdar kirine û li nêzî 4 cihên alîkariyê ti bûyer neqewimîne.