Mîzaha Elewiyan: Bexçe em in, gul bi me re ye
Pirtûka Miyase Îlknûr a bi navê 'Bexçe em in, gul bi me re ye' ya ji çîrok û mîzaha Elewiyan, hat weşandin.
Pirtûka Miyase Îlknûr a bi navê 'Bexçe em in, gul bi me re ye' ya ji çîrok û mîzaha Elewiyan, hat weşandin.
Pirtûka Miyase Îlknûr a bi navê 'Bexçe em in, gul bi me re ye' ya ji çîrok û mîzaha Elewiyan, hat weşandin.
Nivîskar û rojnamevan Miyase Îlknûr a ji Dêrsimê, yekemîn xebata xwe ya li ser mîzaha Elewî "Bexçe em in, gul bi me re ye" ji ANF'ê re vegot.
'MIN LI DORA SIFREYÊN MUHEBETÊ VEDIGOT'
Îlknûr diyar kir ku nêrîna li ser amadekirina pirtûkeke bi vî rengî ji wê nehatiye û got, "Min çîrokên di vê pirtûkê de hatine nivîsandin, car carna li dora sifreyên muhebetê vedigot. Îlhan Selçûk ê ku gelekî ji mîzah û çîrokên Elewî hez dikir, timî ji min re gotin 'Van veguherîne pirtûkekê'. Ji bilî vê yekê, rojekê Parmaneterê AKP'ê Reha Çamûroglû di hevpeyvîneke xwe ya li Kovara Aktuelê de îdîa kir ku Elewî civakeke 'xemgîn e, her tim rondikan dibarîne û dûrî ji kêfxweşiyên cîhanê ye'. Ji bo li hemberî vê nerazîbûna xwe nîşan bidim, min ev pirtûk nivîsand."
'ELEWÎ XWEDÎ MÎZAHEKE XWESER IN'
Îlknûr bibîr xist ku di hişê Elewiyan de gelek travma û êş hene û got, "Lê belê, tevî jibîrnekirina van êşan, ew ne civakeke ku nizane bikene, bide kenandin. Mîzah ji bo Elewiyan jiyan bi xwe ye. Biçin gundên Elewiyan, hûnê bibînin ku henekên bi hev dikin, ji bo civakê sedema jiyanê ye. Mîzah xweşbînî ye, mîzah lêpirsîn e, mîzak zîrekî ye, mîzah daxwaz û kêfxweşiya jiyanê ye. Ji bo Elewiyan cîhanek bê mîzahê, mîna dojehê ye. Civak dîroka bi êş a Elewiyan dizane, lê vî aliyê wan nizane. Bi tenê Elewî dizanin ku Elewî xwedî mîzaheke xweser in. Ev pirtûk bi vê baweriyê hat nivîsandin."
Îlknûr ragihand, ku di dema nivîsandina pirtûkê de wê ti çavkaniyeke nivîskî bikar neaniye, ji ber ku çavkaniyeke bi vî rengî nîne û got, "Tevî ku di nava çîrokên Bektaşî de çend çîrokên Elewî hatibin bicihkirin jî, ji ber ku xebateke di vî warî de ya nivîskî nehatiye kirin, min serî li çavkaniyên devkî da. Gelek ji wan ji xwe çîrokên di bîra min de ne. Hin jê jî min di nava muehebetê de ji Elewiyên din bihîstibûn. Hin jê jî bûyerên li nava malbatê, li gund qewimîn e."