Berroj li Parîsê hat nîşandan

Di Festîvala Fîlman a Kurd a li Parîsê de fîlmê 'Berroj' hat nîşandan. Derhêner Leventoglû diyar kir ku bi vî fîlmî re wan xwestine balê bikişînin ser piştperdeya ruhê berxwedanê yê li Kobanê.

Di Festîvala Fîlman a Kurd a li Parîsê de fîlmê 'Berroj' hat nîşandan. Derhêner Leventoglû diyar kir ku bi vî fîlmî re wan xwestine balê bikişînin ser piştperdeya ruhê berxwedanê yê li Kobanê.

Festîvala Fîlman a Kurd a li paytexta Franas Parînê dewam dike. Di festîvalê de dokûmanter-fîlmê li ser berxwedana Kobanê duh hat nîşandan. Fîlmê bi navê "Berroj" ê ji aliyê derhêner Omer Leventoglû û Îhsan Kaçar ve hatiye amadekirin, li Sînema Reflet Medîcîs hat nîşandan. Tevî Kurdan, gelek welatiyên Fransayê jî bi baldarî li fîlm temaşe kirin.

RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ

Di vê dokûmantera di dema berxwedana Kobanê hat kişandin de, hewl tê dayîn piştperdeya ruhê ciwanên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, bê nîşandan. Dokûmantera ji 70 deqeyan pêk tê.

Ji derhênerên fîlm Omer Leventoglû piştî nîşandan fîlm, bersiv da pirsên sînemahezan. Leventoglû diyar kir ku berxwedana Kobanê, kêm caran di herikîna dîroka cîhanê de hatiye dîtin û got, "Me xwest dîmenê vê berxwedanê bikişînin. Me xwest balê bikişînin ser şerê li Kobanê."

Leventoglû da zanîn, ku bi rêya çîroka têkoşîna 30 salan a Ehmedê Remo, wan hewl dane xort û jinên ku li hemberî barbariya DAIŞ'ê ya ku cîhan tev jê ditirsiya, şer dikirin û li ber xwe didan, nîşan bidin.

WÊ VÊ ÊVARÊ 'HÊVÎ' BÊ NÎŞANDAN

Di festîvalê de wê vê êvarê fîlmê "Hêvî" yê Yuksel Yavûz were nîşandan. Sibe jî wê fîlmê "Mavî Rîng" ê Leventoglû were nîşandan. Li dû nîşandan vî fîlmî, bi beşdariya Leventoglû û nivîskar Fûat Kav wê panelek bê lidarxistin. Kav her wiha wê pirtûka xwe ya bi navê "Mavî Rîng" îmze bike.

...