Festîvala Fîlmên Kurd a li Parîsê didome
Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê didome, Di festîvala ku du roj li pey xwe hişt gelek fîlmên behsa pirsgirêka Kurd dike hatin weşandin.
Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê didome, Di festîvala ku du roj li pey xwe hişt gelek fîlmên behsa pirsgirêka Kurd dike hatin weşandin.
Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê didome. Di festîvala ku du roj li pey xwe hişt gelek fîlmên behsa pirsgirêka Kurd dike hatin weşandin.
Li paytexta Parîs a Fransa aktîvîteya sînemayê ya bi navê Festîvala Fîlmên Kurd ku ya yekemîn sala 2006’an hat lidarxistin îsal a çaremîn pêk tê. Festîval 20’ê Hezîranê li Sînemaya Arlequîn hat destpêkirin. Di festîvala ku diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên li Parîsê hatin qetilkirin hat kirin bi giştî 31 fîlm tên nîşandan.
Festîval di pêşengiya Kolektîfa Sînemahez û Hunermendên Kurd a Parîs (COCDARK) û TEV-ÇAND a Parîs ve tê organîzekirin. Bi fîlmê “Nameya ji Qral re” yê Hîsham Zaman derhênerê wê ye hat destpêkirin. Fîlmê “Sî” yê Bulent Ozturk Derhêneriya wê kiriye Pelîn Batû tê de lîstiye jî hat nîşandan. Derhêner di fîlm de behsa trajediya jinên Êzidî dike.
Yek ji organîzatorên festîvalê Alî Gul Donmez ê di vekirina festîvalê de axivî got ku armanca wan fîlmên Kurdî bi nîşanî temaşevanên li Parîsê bikin.
Di bernameya duh a festîvalê de jî kurtefîlmê bi navê “Baghdad Messî” yê Sahîm Omar Kalîfa yê ji Başûrê Kurdistanê derhênerê wê ye û di gelek festîvalên cîhanê de 15 xelat wergirtine, dîsa fîlmê “Derwêş” e Bîlgen Cengîz hat nîşandan.