Parîs bi 'Hêvî' giriya

Yek ji 4 karakterên jin ên dokûmanterê Sakîne Cansiz, di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê tevî du hevalên xwe hat qetilkirin. Dokûmanterê rê li ber kêliyên hestewar vekir.

4. Festîvala Fîlmên Kurd a li Parîsê, di navbera 20-17'ê Cotmehê de tê lidarxistin. Festîvala ku ji aliyê Kolektîfa Hunermend û Sînemvanên Kurd ên li Parîsê (COCDARK) û TEV-ÇAND a Parîsê ve tê organîzekirin, diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Rojava hat kirin. Di bernameya duh a festîvalê de dokûmantera 'Hêvî' ya derhêner Yuksel Yavûz hat nîşandan.

Yek ji 4 karakterên jin ên dokûmanterê Sakîne Cansiz, di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê tevî du hevalên xwe hat qetilkirin. Dokûmanterê rê li ber kêliyên hestewar vekir.

Dokûmantera 'Hêvî' dîroka şerê qirêj ê 30 salan li Kurdistanê bi rê ve çû, vedibêje. Dokûmantera ji 3 beşan, 99 deqe ye. Derhêner Yuksel Yavûz, bi vegotina çîrokên Sakîne Cansiz, Gultan Kişanak, Eren Keskîn û Aysel Tûglûk re hewl dide têkoşîna destanî ya 30 salên dawî ya jinên Kurd raxe pêş çavan. 

YAVUZ: MIN XWEST TÊKOŞÎNA JINÊN KURD VEBÊJIM

Piştî nîşandana fîlm derhêner Yuksel Yavûz bersiv da pirsên temaşevanan û diyar kir ku nîşandana fîlm li Parîsê ji bo wî gelekî girîng e.

Yavuz got, "Ji ber ku yek ji 4 karakterên fîlm Sakîne Cansiz li Parîsê hat qetilkirin, nîşandana vî fîlmî li Parîsê ji bo min gelekî girîng bû." 

Yavûz da xuyakirin ku armanca wî vegotina têkoşîna jinê Kurd e û got, "Min xwest têkoşîna jinên Kurd a bi pêş ve diçe, bi rêya sînemayê ji temaşevanên li Ewropayê re ragihînim. Ji ber vê yekê bi rêya çîrokên Sakîne Cansiz, Gultan Kişanak, Eren Keskîn û Aysel Tûglûk, min ji destpêka vê têkoşînê destpê kir û hewl da heta roja îro vebêjim. Sakîne Cansiz bi paşeroja xwe ya polîtîk û karaktera xwe re, xezîneyeke mezin bû. Kesayeteke ku di hovîtiya 12'ê Îlonê de li girtîgehê ma, li çiyê û Ewropayê têkoşîna polîtîk meşandibû. Gelekî zindî, gelekî însanî û miroveke cuda bû."

AKKÛLAK: SÎNEMAYÊN FRANSAYÊ NEXWEST NÎŞAN BIDE

Ji çêkerên fîlm Zulfiye Akkûlak jî ji bo pirsa temaşevanekî ya "Sakîne Cansiz li Parîsê hat qetilkirin. Çima ev fîlm heta niha li Fransayê nehat nîşandan?" ev bersiv da: "Fîlm heta niha li Elmanya, Kurdistan, Îngilîstan û Norwêcê hat nîşandan. Rastî eleqeyeke mezin hat. Me heta niha bi gelek sînemayên li Fransayê re hevdîtin kirin. Dema me naveroka fîlm vegotin, bêyî ku sedemekê ji me re bêjin, yekser red kirin. Sînemayên ku me digot wê qebûl bikin, wan jî qebûl nekirin."

...