ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
'Me hestiyên miriyên xwe bi bêrê dan hev û veşartin'
Şahidê Komkujiya Zîlanê Alî Kiliç ê 111 salî got, "Di Komkujiya Zîlanê de 30 hezar kes hatin kuştin. Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûye jî ez wan rojan qet ji bîr nakim. Berî ku em cenazeyên xwe veşêrtin, me ew der terikandin." -
Li Swêdê galaya ji bo penaberan
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo piştgirî ji penaberan re bê dayîn li Erîcsson Globe Arena, duh êvarê galayeke mezin hat lidarxistin. -
MLKP Kurdistan: Divê xwedî li boykotkirina perwerdeyê bê derketin
MLKP Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand, ku li dijî perwerdeya asîmîlasyonker ew destekê didin biryara boykotê. -
Li Wanê boykot zêdeyî ji sedî 80 ye
Li Wanê, ji bo bilêvkirina daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û şermezarkirina polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê, dibistan tên boykotkirin. Tevlîbûna li vê boykotê li Wanê zêdeyî ji sedî 80 ye. -
Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Yilmaz: Em destekê didin boykotê
Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Yilmaz diyar kir ku ew destekê didin banga boykotkirina dibistanan. Yilmaz da xuyakirin ku ji bo li Kurdistanê perwerde bê kirin divê jiyan asayî bibe û çek bêdeng bibin. -
Nivîskar Kemal Qoserî 'Rastiya Kurd' ji Swêdiyan re vedibêje
Nivîskarê Kurd Kemal Qoserî, ji bo pirsgirêka Kurd, zext û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin û têkoşîna azadiyê ya Kurdan ji gelê Swêdê û ciwanên Kurd re vebeje, pirtûka xwe ya bi navê 'Rastiya Kurd' bi Swêdî weşand. -
Li Brukselê Hefteya Çanda Kurd destpê kir
Li paytexta Belçîka Brukselê, 2. Hefteya Çanda Kurd tê lidarxistin. Çalakî duh bi meşekê ji meydana Borsa herta Grand Palace destpê kir. -
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê: Em bi xurtî tevlî boykota dibistanan bibin
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku ew destekê didin bang û biryara Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo boykotkirina saziyên perwerdeyê yên mêtînger û bang li tevahiya Kurdistaniyan kir, ku tevlî vê bangê bibin. -
Pêşnûme pirsa HDP'ê ya bi Kurdî hat redkirin
Yekemîn pêşnûme pirsa bi Kurdî ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim ve pêşkêşî Meclîsê hat kirin. Lê belê pêşnûme pirs hat redkirin. -
Li Kolnê konsera hunermendên Kurd a ji bo gelê Kurdistanê
Hunermendên TEV-ÇAND'ê, li qadeke vekirî ya li Koln Rudolfplatzê, konserek piştgiriyê ji bo gelê Kurdistanê dan. Di konserê de Koma Berxwedan û gelek hunermendên Kurd amade bûn. -
Li Ermenîstanê danasîna 3 pirtûkên dersên Kurdî
Li gundê Elegez ê bajarê Akbaran ê Ermenîstanê, pirtûkên li ser dersên bi zimanê Kurdî hatin amadekirin, bi merasîmekê hatin nasandin. -
Çavdêriyên 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî
23. Festîvala Çanda a Kurd a Navneteweyî, ku bi beşdariya deh hezaran mirovan li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk hat, peyamên girîng li dû xwe hişt. -
Koma Berxwedan banga tevlîbûna festîvalê kir
Endamên Koma Berxwedan ên bi hefteyan e xebatên xwe yên ji bo festîvalê didomînin, beriya festîvala sibe ya li bajarê Dusseldorfê, prova xwe ya dawî kirin. -
Ji bo Dilgeş Hesen li Swêdê bîranîn
Endamê TEV-ÇAND'ê Dilgeş Hesen ê li nêzî gundê Maşuq ê Tirbesiyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swêd Gavle merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Hunermendên li Parîsê di bin sîwanekê li hev civiyan
Hunermendên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, Yekîtiya Hunermendên Kurd ava kirin. -
Ji bo bîranîna Şêrko Bêkes standa pirtûkan
Ji bo bîranîna helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes, li Silêmaniyeyê standa pirtûkan hat vekirin. Stand ev du sal in, di her salvegera wefata Bêkes de tê vekirin û sê hefteyan vekirî dimîne. -
Li Stockholmê pêşangeha li ser tabûyên Tirkiyeyê hat vekirin
Weşanger Zarakolû, li Stockholmê pêşangehek li ser tabûyên li Tirkiyeyê vekir. -
Kurdistan û gerîla di pirtûka 'Zarokên Me' de ne
Pirtûka Zarokên Me (Vengê domanê ma), ku Raperîn Mûnzûr ji vegotinên Saadet Ferhat Dêrsim nivîsandiye, bîranîna gerîlayeke jin a ciwan a di temenekî biçûk de tevlî refên gerîla dibe, vedibêje. -
'Ji hunermendê li ser Kobanê nestirê re nabêjim hunermend e'
Dengbêjê ji Başûrê Kurdistanê Eshet got, "Hunermend û dengbêjên Kurd eger li ser Kobanê stranek, kilamek çênekiribe, jê re nabêjim ew hunermend e." -
Dema serlêdanê ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî hat dirêjkirin
Dema serlêdanê ya ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, heta 15'ê Îlonê hat dirêjkirin. -
Di festîvala antî faşîstan de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Di festîvala 'rock a li dijî faşîzmê' ya rêxistina antî faşîst a li Dusseldorfê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hatin şermezarkirin. -
Hunermendê Îtalyayî Rovellî ji bo şehîdên Pirsûsê stranek amade kir
Hunermendê Îtalyayî Marco Rovellî ji bo şehîdên Pirsûsê helbestek nivîsand û kir stran. -
Li Bremen Şagirtên Kurd 22. car karname û bawername wergirtin
Şagirtên di sala perwerdeya 2014-2015’an de li8 dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, bi wergirtina karname û bawernameyên xwe, ketin betlaneya havînê. -
Rewşenbîrên Kurd xwe ji Hevbenda Nivîskarên Sûriyeyê vekişandin
Gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dest ji endamtiya Hevbenda Nivîskariyên Sûriyeyê berdane. -
3 pirtûkên Medenî Ferho hatin weşandin
3 pirtûkên Medenî Ferho yên bi navê ‘Medya, Ziman û Civak’, ‘Romana Kobanê’ û ‘Dîroka Zimanê Kurdî’ ji Weşanên DO li Stenbolê derketin.