Projeya GES’ê ya li Dersimê hat betalkirin

Projeya GES’ê ya ku dihat xwestin li gundê Xecerî yê Dersimê bixin meriyetê, hate betalkirin.

Şîrketa Depokirinê ya Hilberandina Ceyranê ya Buyukdereyê dixwest li gundê Xecerî yê girêdayî navenda Dêrsimê, li ser 22 hektarên erd Santrala Enerjiya Rojê (GES) bixe meriyetê. Şêniyên gund têkildarî projeyê di 6’ê Gulanê de civiyan û li dijî projeya GES’ê derketin. 

 Di nivîsa Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Dersimê û Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajar a têkildarî Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) de hate diyarkirin ku dê bi projeya GES’ê re çêregeha li herêmê dabeş bibe. Her wiha hate gotin ku kirariya ÇED’ê guncav nîne. 

Di biryarê de hate destnîşankirin ku bi projeyê re dê çêregeha herêmê dabeş bibe û bandoreke neyînî li ser bikaranîna wê bibe. Hate destnîşankirin ku bi vê sedemê kirariya ÇED’ê guncav nehatiye dîtin û proje hate betalkirin.