Leyla Bedirxan tê Berlînê

Di çarçoveya Şevên Wêjeyî yên li paytexta Elmanya Berlînê de lîstika li ser jiyana yekem balerîna Kurd Leyla Bedirxan jî derdikeve pêşberî temaşevanan.

Di çarçoveya Şevên Wêjeyî yên li paytexta Elmanya Berlînê de lîstika li ser jiyana yekem balerîna Kurd Leyla Bedirxan jî derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstika ku ji aliyê koma dansê ya Navenda Çanda Mezopotamya ve hatiye amadekirin di 12 ê Mijdarê de li TAK Theatre ya li Kreutzbergê  derdikeve ser dikê.

Derhêner û lîstikvanê projeya jiyana Leyla Bedirxan Serhat Kûral der barê lîstika wan de wiha axivî: "Me hewl da ku di kesayeta Leylayê de têkoşîna mafên jinan li ser dikê temsîl bikin. Jina Kurd a yekem e ku li Ewropa, Amerîka, Asya û Afrîkayê derketiye pêşberî temaşevanan.

Jineke ciwan a bi pora reş di nav tarîtiyeke kûr de bi kincên hevrîşimî; reqsa dayîkxwedavendên serdema antîkî û raza wan radixîne ber çavan. Isîs, Neferîtî, Belkis û Leyla Safiye."

Koreografî: Serhat Kûral, Reqasên Afirîner: Ayhan Karaagaç, Îsmet Korgolû, Yeşîm Coşkûn, Serhat Kûral, Muzî: Nûrhak Kilagoz, Afîş: Metîn Çelîk, Ronahî: Ferhat Guneş, Teknîk: Dîlan Yogûn

NIMÛNEYEK JI TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ: LEYLA BEDIRXAN

Leyla jineke ji malbata navdar a Kurd ji binemala Bedirxaniyan, keça Abdurrezak Bedirxan e. Ji ber ku Osmaniyan bavê wê sirgûn kirin, ew bê bav mezin bû. Leyla ya ku bi çanda Osmanî, Misir û Ewropayê ve kamil bû, van hêmanan di hunera xwe de jî temsîl kir. Di nav mercên gelek dijwar de navê xwe li dîrokê nivîsand. Di yek ji operayên herî girîng a cîhanê de di lîstika La Scala de rola Belkisa Melîkeya Sabayê lîst. Tekane jina Kurd e ku di salên 1930'î de li Ewropa hunera dansê pêkaniye. Leyla Bedirxan feyza xwe ji Rojhilata Navîn û Ewropayê girt û tevahiya berhemên xwe bi Kurdî navandin. Li gel astengiya malbata wê ya li hemberî hunera wê û zextên derdorê jî li têkoşîna hunera xwe dewam kir; Di vî warî de jî nimuneyeke girîng ji têkoşîna azadiyê ya jinê ye.

...