TEV-ÇAND: Divê hunermend li cem gelê xwe bin

TEV-ÇAND Ewropa bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî terora dewletê da û destnîşan kir, ku divê hunermend li cem gelê xwe bin.

Hunermendên ser bi TEV-ÇAND Ewropayê, der barê terora dewletê ya li hemberî Kurdan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hat şermezarkirin û hat ragihandin ku hemû derdorên mûxalefetê li AKP'ê dikin rastî komkujiyê tên.

Hunermendan ragihandin ku gelê Kurd û dostên wan rastî rêbazê dişibin faşîzma Hîtler tên û derdorên hunerê yên ku destekê didin Erdogan rexne kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cihê ku kesên xwedî îdîa rewşenbîrî-hunermendiyê ye divê lê bin, ne cem hêzên mîlîtarî û desthilatdariya faşîst e. Cihê ew lê bin, divê cem gelê Kurd ê rastî neheqî û şîdetê tê be."

'EM LI REFÊN GELÊ XWE NE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Li vê xaka ku pênaseya sûcê şer jî têra vegotina rewşê nake, em daxuyaniya hin kesên ji xwe re dibêjin hunermend şermezar dikin. Divê gelê me van baş nas bike û hunera wan a sexte protesto bike.

Em weke hunermendên şoreşger-demokrat ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bîr û baweriya xwe ya ji aştî û biratiya gelan dubare dikin. Em destnîşan dikin ku li cem gerîlayên xwe yên leheng ên têkoşîna rûmet û mirovahiyê dimeşîne û heta azadbûna hemû mirovahî-gelên li herêma me, em ê di nava refên gelê xwe de cih bigirin."