Li Geverê dibistanên Kurdî dest bi perwerdeyê kirin

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a tîmên taybet êrîş kirin û xerakirin, di sala nû ya perwerdeyê de li avahiya nû dest bi xebatên xwe kir. Xwendekaran di nav kelecan û dilxweşiyê de pirtûkên xwe yên Kurdî girtin.

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ji bo li Geverê di zimanê zikmakî de perwerdeyê bide hatibû vekirin û 21’ê Îlonê de tîmên taybet bi êrîşan xera kirin, perwerdeya zimanê zikmakî di avahiya nû de destpê kir. Berî pêvajoya perwerdê bi demekê hêzên dewletê êrîş birin ser dibistanê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Geverê û KURDÎ-DER’ê avahiyek nû peyda kir. Xwendekarên dibistanê danê sibê, refên polê bi kelecanekê tijî kirin.

HDP’YIYAN XWENDEKAR ZIYARET KIRIN

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, Meclîsa Gelê Demokratîk a Geverê, HDP, rêveberên MEYA-DER’ê û malbatên xwendekaran hatin dibistanê û bextewariya wan parve kirin. Ji mamosteyên dibistanê Dogan Enguder berî perwerdeyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku tîmên taybet li hember nirxekî herî bilind ê gelê Kurd êrîş kiriye û wiha berdewam kir: “Tevî êrîşan jî em bi kelecanek mezin dikevin sala xwe ya nû. Sala bihurî jî mor li dibistanên me dan. Lê me perwerdeya zimanê zikmakî domand. Li Kurdistanê hejmara dibistanên Kurdî gihiştin 8’an. Em hêvî dikin ku em ê bi sedan, bi hezaran dibistanên din vekin û perwerdeya zimanê zikmakî bidin.”

Zeydan diyar kir ku bi têkoşîna gelê Kurd a bi salan em hatine van rojan û perwerdeya zimanê zikmakî dibînin û wiha axivî: “Îro zarokên me Kurdî mezin dibin, diaxivin, dinivîsînin û dixwînin. Berê ji ber zimanê me em qetil dikirin, lê îro dibistanên me yên Kurdî hene.” Hevberdevka Koordînasyona Meclîsa Gelê Demokratîk a Geverê, Denîz Bulbul jî der barê girîngiya dîroka têkoşîna gelê Kurd a ji bo ziman axaftinek kurt kir.

LI XWENDEKARAN PIRTUKÊN KURDÎ HATIN BELAVKIRIN

Piştî axaftinan, pirtûkên Jiyan û Derdor, Xwendin û Nivîsandin, Matematîk û Muzîk li xwendekaran hate belavkirin. Xwendekaran pirtûkên xwe rakirin jor û dirûşmên, “Bijî zimanê Kurdî” û “Bê ziman jiyan nabe” gotin. Piştre xwendekaran bi hev re stranên “Malan bar kir” û “Ax Kurdistan” gotin. Piştî malbat û mêvan ji dibistanê veqetiyan, mamosteyan dest bi perwerdeya yekemîn a zimanê zikmakî ya salê kirin.

...