Girtiyê ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin

Çetîn Arkaş ku 33 salan girtî ma û berdana wî 8 caran hate taloqkirin, piştî ku 2'ê Tîrmehê hate berdan li Amedê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Çetîn Arkaş ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) dihat ragirtin û di 2’yê Tîrmehê de hatibû berdan, li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Endam û rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Amedê (Amed TUAY-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), aktîvîstên TJA’yê û nûnerên partiyên siyasî jî tev li pêşwazîkirinê bûn.

Arkaş, bi çepikan û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e” hate pêşwazîkirin. Arkaş, yek bi yek silav da her kesî. Piştî sihbetan, Arkaş derbasî mala xwe ya li navçeya Peyasê bû.

Çetîn Arkaş, di sala 1992’yan de hate girtin û di 15’ê Adara 2015’an di dema “Pêvajoya diyalogê” de ji bo “peywira sekreteryayê” ya Rêber Apo çû Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Arkaş, di 16’ê Kanûna 2015’an de jî sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin.