Li Hindistanê lehî: Di nava du hefteyan de herî kêm 69 kes mirin
Li bakurê Hindistanê ji ber lehî û hezazê di nava du hefteyên dawî de herî kêm 69 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bakurê Hindistanê ji ber lehî û hezazê di nava du hefteyên dawî de herî kêm 69 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Lehî û hezaza ji ber barana zêde li her devera Başûrê Asyayê gelekî rû dide. Lê li gorî pisporan, guherîna avhewayê lehî û hezaz zêde kiriye.
Tenê li eyaleta Himachal Pradeshê, ji ber barana zêde ya rojên dawî ava çemê ji Hîmalaya diherike zêde bû. Lİ gorî rapora demkî ya ku rayedarên xwecihî roja Înê weşandin, di nava 15 rojên dawî de bi giştî 69 kesan jiyana xwe ji dest dan, 110 kes jî birîndar bûn.
Servîsa meteolojiyê ya Hindistanê hişyarî da ku li Himachal pradeshê û eyaleta Uttarakhand ku gelek tûrîst serdana wê dike, di nava pênc rojên pêş de dibe ku baraneke zêde bibare.