Girtina dibistana Kurdî hat şermezarkirin

Li Qoserê, girtina Dibistana Seretayî ya Ferhat Kûrtay hat protestokirin. Di çalakiyê de peyama "Em ê dev ji rûmeta xwe bernedin" hat dayîn.

Li Qoserê, girtina Dibistana Seretayî ya Ferhat Kûrtay hat protestokirin. Di çalakiyê de peyama "Em ê dev ji rûmeta xwe bernedin" hat dayîn.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, girtina Dibistana Seretayî ya Kurdî ya li Taxa Bahçelîevlerê, hat protestokirin.

Girseya ku di nav de xwendekar û malbatên wan jî hebû, li ber Nûnertiya Qoserê ya Egîtîm-Senê civiya û heta ber dibistanê meşiyan. Mamoste û xwendekarên xwestin ku li ber dibistana mohrkirî, dersa bi Kurdî bibînin, rastî astengiya polîsan a bi gefan hatin.

Ji hevdîtinên hatin kirin jî ti encam derneket. Li ser vê yekê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim daxuyaniyek kurt da û got "Gelê Kurd ji bo zarokên xwe hê jî nikare dibistanan veke. Dema vedike jî tê girtin. Lê em ê ti carî dev ji rûmeta xwe bernedin û têkoşîna xwe bidomînin."