'Dengbêjî neynika çanda Kurdan e'
Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên xweş û hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî bi civaka Kurd re vegotin.
Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên xweş û hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî bi civaka Kurd re vegotin.
Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Dengbêjên Kurd ên Amedê, çand û hunera Kurdî û rola dengbêjiyê nirxandin û diyar kirin ku dengbêjî neynika çanda Kurdan e.
'JI DENGBÊJÊN KURD ÊN NEMIR BANDOR BÛ'
Dengbêj Feleknaz ku di sala 1975’an de dest bi kar û xebatên xwe yên denbêjiyê kiriye, destnîşan kir ku ew ji dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Fatma Îso, Eyşe Şan û Mihemed Arifê Cizîrî bi bandor bûye. Feleknaz bilêv kir ku dema ew hê li gund bûn, ji ber desthilatdariya zilaman, nedikarî kar û xebatên denbêjiyê bikin. Feleknaz diyar kir ku piştî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dest bi têkoşînê kir ev zîhniyeta serdestiya zilam jî bi xwe re guherand. Feleknaz anî ziman ku gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine û wiha pêde çû: "Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. "
'BI KILAMÊN DENGBÊJIYÊ HESTIYAR DIBIM'
Dengbêj Naîf Monisî jî ku di asta hunera Kurd de rola dengbêjiyê nirxand, da zanîn ku dengbêjî neynika çanda Kurdî ye û wiha domand: "Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin gelek bi hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikare, xwe îfade bike Gelek bêçand nayê fikirandin. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan."
'DENGBÊJÎ LÊGERÎNA LI JIYANÊ YE'
Dengbêj Mehmet Înce jî diyar kir ku ew dengbêjiyê ji Mehmudê Hesê, Huseyînê Farê û Kerêmê Batmanî fêr bûye û dazanîn ku dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye. Înce, derbirî ku dengbêjî ji bo Kurdan weki arşîveke hunerê ya bi salane li ser vê axê jiyaye û xwest nifşên nû li ser dengbejiyê hûr bibin û çanda dengbêjiyê bidin jiyandin.
'DI ÇANDA KURDÎ DE XWEŞIBANDIN ÇÊBÛYE'
Înce bal kişand ser asta muzîka Kurdî û wiha axaftina xwe domand "Asta muzîka Kurdî li gorî demên bihurî gelekî ketiye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine. Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku xwe şibandin çêbûye. Çanda bav û kalên xwe winda kirine. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda hîp pop, arabeskê."
'CIVAKA KURD DEWLEMEND E'
Înce di dawiya axaftina xwe de bang li kesên ku bi hunerê ve mijûl dibin kir û wiha got: "Ez di destpêkê de ji bo hemû mirovên ku bi karên hunerê re mijûl dibin re dibêjim ku hunera xwe bi çand, ziman û hunera xwe, bidin meşandin". Di cîhanê de ti civak ji civaka me ya Kurd ne dewlemendtir e. Pêwîst e, em vê dewlemendiya xwe biparêzin û hîn zêdetir dewlemend bikin."