Ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî banga tevlîbûnê

Rêveberiya NAV-DEM'ê, ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku li ser navê YXK'ê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Hseyîn Çelebî, îsal cara 23. tê lidarxisitn. Pêşbirka ku coş û tecrûbeya 23 salan pêk tê, îsal di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin."

NAV-DEM'ê bang li hemû navendên xwe yên civakî kir, ku xwedî li vê pêşbirkê derkevin û bi tevlîbûneke xurt hêjayî pêşengê ciwanên rewşenbîr Huseyîn Çelebî bin.

DI 17'Ê COTMEHÊ DE LI DORTMÛNDÊ TÊ LIDARXISTIN

NAV-DEM'ê ragihand ku pêşbirk wê di 17'ê Cotmehê saet di 13:00 de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin û bang li hemû şoreşger, demokrat û dostan jî kir, ku cihê xwe di nav de bigirin.