‘Argêş, evîndarê saz û çiyayan bû!’
Argêş Norşîn ê taybetiyên weke şervantî, şoreşgertî, hunermendî, helbestvanî û fêrkarî di kesayeta wî ya şoreşgerî de gihişt hev di 11. salvegera şehadetê de xwişka wî Muazzez Baykar behsa jiyana wî kir.
Argêş Norşîn ê taybetiyên weke şervantî, şoreşgertî, hunermendî, helbestvanî û fêrkarî di kesayeta wî ya şoreşgerî de gihişt hev di 11. salvegera şehadetê de xwişka wî Muazzez Baykar behsa jiyana wî kir.
Argêş Norşîn ê taybetiyên weke şervantî, şoreşgertî, hunermendî, helbestvanî û fêrkarî di kesayeta wî şoreşgerî de gihişt hev di 11. salvegera şehadetê de xwişka wî Muazzez Baykar behsa jiyana wî kir.
Argêş Norşîn (Şefîk Yaktin) ê li navçeya Norşîn a Bedlîsê ji dayik bû, zaroktiya xwe li wir derbas kir. Piştî dibistana seretayî ked nas kir. Piştî wan salan li ser daxwaza xwe çû Îzmîrê ku wê salên dirêj li wir derbas kiriba. Li vir di gelek karan de xebitî, tercîh û rêya xwe bi însiyatîfa xwe pêş xist. Dîsa di salên 90’an de ku li derdorê meyleke wiha xuya nedikir jî bi muzîkê re mijûl bû û muzîk bû yek ji karekî girîng ê pêre mijûl bû. Norşîn bi parvekarî û jîrtiya xwe ku ji mirovên derdora xwe xatir xwest, sala 1994’an li qadên cuda yên têkoşînê de bi awayekî aktîf dest bi xebatê kir.
Argêş Norşîn ê taybetiyên weke şervantî, şoreşgertî, hunermendî, helbestvanî û fêrkarî di kesayeta wî şoreşgerî de gihişt hev di 11. salvegera şehadetê de xwişka wî Muazzez Baykar ji ANF’ê re behsa jiyana Norşîn kir.
Bayar diyar kir ku Norşîn zarokekî, aram, efendî û parvekar bû, parçeyek nan jî li gel bûya mutleq bi derdora xwe re parve dikir. Bayar got: “Zarokekî timî hestyar û jîr bû. Di zaroktiya xwe de jî dizanîbû alîkariyê bike. Timî xwedî niyeteke baş bû. ne zikreş bû. Bi van taybetiyên xwe mirov dikarîbû ferqa wî ji zarokên din bibîne.”
‘ELEQEYA WÎ YA JI MUZÎKÊ RE JI ZAROKTIYÊ DESTPÊ KIR’
Bayar anî ziman ku Argêş Norşîn dema mezin bû jî ev taybetiyên xwe parast û bû xwedî kesayeteke ku bal dikişîne. Bayar wiha dewam kir: “Ez timî li hember matmayî dimam. Çawa evqasî başiyan dike. Eger zerara hevalekî wî lê bibûya jî bi başiyê bersiv dida. Ji perwerde û fêrbûnê re vekirîbû. Piştî dibistana seretayî neçû dibistanê, lê timî pirtûk dixwend. Ji muzîkê hez dikir. Dema biçûk bû timî stran ji me re digot. Rojekê melkes girt destê xwe bîdona avê da min û sifreya çayê da xwişka min. Bi vî awayî xwest muzîkê bike. Ji ber biçûk bû me nexwest em wî bişkînin. Wan rojan eleqeya wî ya bi muzîkê re çêbû.”
‘JI BO NIRXÊN JI WAN BAWER Û JI WAN HEZ DIKIR JIYA’
Bayar got ku Argêş rojekê bi sazê hat malê û wiha axivî: “Dema bavê min saza di dest de dît got, ‘Tê li vê bidî, te perwerdeya wê nedîtiye’. Bavê min henek kir û got, ji niha û pê ve tê serê me gêj bikî. Argêş jî got ku dikare li sazê bide û heta bibe hunermend wê mijûl bibe. Tişta ku got pêk anî jî. Paşê hat Îzmîrê. Li vir di bin banê NÇM’ê de xebitî. Hemû roja xwe li wir derbas dikir. Piştî têkoşîn nas kir û pejirand hemû jiyana wî bû NÇM û têkoşîn. Her roj birçî dihat malê. Digot, ‘Eger her kes li wir nan bixwe em ê çawa li ser piyan bimînin.’ Piştî demekê êdî mehê carekê dihat malê. Timî di nav xebatan de bû. Digot, ‘Ez êdî ne tenê zarokê we yê gelê xwe me.’ Ji bo nirxên ji wan bawer û ji wan hez dikir jiya. Di zaroktiya xwe de û dema mezin bû jî timî hevalên li derdora xwe bi xwe dihilbijart. Ti ferzkirin qebûl nedikir. Xwedî kesayeteke bihêz bû. paşê çû derveyî welêt jî. Ji wir jî di rêya birayên xwe Ferman û Zana de rêya azadiyê girt. Jixwe min piştî wê ew nedît. Weke got, ‘bû zarokê hemû gelî.’”