Li Parîsê festîvala sînemaya Kurd
Li paytexta Fransa, Parîsê di navbera 20 û 27’ê Cotmehê de bi navê “Festîvala Fîlmên Kurd a Parîs” aktîvîteyeke sînemayê pêk tê. Di aktîvîteyê de ji 4 parçeyên Kurdistanê 31 fîlm tên nîşandan.

Li payexta Fransa Parîsê ku ya yekemîn sala 2006’an hat lidarxistin, 4. Aktîvîteya sînemayê ya “Festîvala Fîlmên Kurd” îsal di navbera 20 û 27’ê Cotmehê de pêk tê. Di çarçoveya aktîvîteyê de, 8 rojan wê dirêj, kurt û belgesel bi giştî 31 fîlm bên nîşandan.
Di feestîvala ku wê li Sînemaya Arlequin vekirina wê bê kirin, fîlm jî wê li Sînemaya Reflet Medicis bên nîşandan. Festîvala ku diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan Leyla Şaylemez û Rojava hatiye kirin, sînemahez wê derhêneran bibînin û wê karibin têkildarî sînema Kurd sohbetê bi wan re bikin.
Kollektîfa Sînemavan û Hunermandan a Kurd a Parîs (COCDARK) û Parîs TEV-ÇAND ku festîvalê organîze dikin, fîlmên weke Hêvî, Meşvan, Memories on Stone, Mardan, Mavî Rîng, Bekas, Pepuk, Berroj, Mîraz, Baghdad Messî tên nîşandan. Festîval sibe saet 19:00’an li Sînemaya Arlequin destpê dike. Wê di vekirina festîvalê de hunermend Tara Jaf derkeve dikê.
Komîteya Amadekar a Festîvalê bang li Kurdistaniyên li Parîsê kir ku tevlî festîvalê bibin. Ji adresa www.festivalcinemakurde.com jî mirov dikare xwe bigihîne festîvalê.