Li Silopiyayê dibistanek ji bo 60 kesan hat vekirin

Li navçeya Silopiyayê, di bin navê "Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat" dibistaneke Kurdî hat vekirin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, KURDÎ-DER Şaxê Silopiyayê, Mala Desteka Perwerdeyê (MAPER) û Nûnertiya Egîtîm-Senê ya Silopiyayê, di çarçoveya xebatên perwerdeya xwerêveberiyê de dibistana Kurdî ya bi navê "Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat" vekirin.

Merasîma vekirina dibistana li taxa Nûrê bi beşdariya Hevserokên Meclîsa Gel a Silopiyayê, nûnerên HDP û DBP'ê yên Navçeyê, rêxistinên civakî yên sivîl, xwendekar û malbatên wan pêk hat. Li pêşiya avahiya dibistanê ya bi balonên kesk, sor û zer hat xemilandin, tabelaya "Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat" hat daliqandin.

BANGA LI DAYIKAN

Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir diyar kir ku dibistan Kurdî di serî de ji bo zarokan û hemû gelê Silopiyayê girîng e. Nayir da xuyakirin ku îro ji bo Silopiyayê rojeke dîrokî ye û got: "Zimanê me hebûna me ye. Divê hemû dayik zarokên xwe bişînin dibistana Kurdî."

Nûnerê Egîtîm Senê yê Silopiyayê Metîn Alan jî spasiyên xwe pêşkeşî her kesên keda wan di avakirina dibistanê de çêbûye kir û wiha axivî: "Heta niha perwerdeya Kurdî dihat astengkirin. Zarokên herêmê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedidîtin."

12 MAMOSTE WÊ PERWERDEYÊ BIDIN

Piştî axaftinan bi coşeke mezin dibistana Kurdî hat vekirin. Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat 60 xwendekarên temenê wan di navbera 5-6'an de ji hêla 12 mamosteyan ve wê bên perwerdekirin.