Tunç Soyer û Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Aslanoglu hatin girtin
Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya hatin girtin.
Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya yên ku 1’ê Tîrmehê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin girtin.
Di lêpirsîna ku daxwaza girtina 98 kesan hatibû kirin de, heta niha di nav de Soyer, Aslan û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya hebûn 35 kes hatin girtin.
Piştî îfadeyên li Dadgeriya Ceza ya Sulhê qediya, Midûrê Giştî yê ÎZSU’yê Gurkan Erdogan, Serokê Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yê berê Ulaş Aydin û Ertan Dîkmen bi şertê kontrola edlî hatin berdan.