ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Li Danîmarkayê ‘Konferansa Çand û Hunera Kurd’
Li paytext Kopenhag Konferansa Çand û Hunera Kurd hate lidarxistin. -
Li Stenbolê fuara pirtûkan dest pê kir
Fuara Pirtûkan a Navnetewî ku îsal cara 35’an pêk tê, bi merasîmekê deriyê xwe ji xwendekaran re vekir. -
Şanoya 'Deng' diyarî berxwedêrên xwerêveberiyê hat kirin
Lîstika bi navê 'Deng' a ji aliyê koma şano Çarçira ya NÇM Rihayê ve hat amadekirin, cara yekemîn hat nîşandan. Lîstika ku bala temaşekeran kişand, diyarî berxwedêrên li qadên xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest dan hat kirin. -
Li dibistanên Girê Spî perwerdehiya 'mirovê nû'
Hevseroka KPC a Girê Spî Hemî diyar kir, li Girê Spî bi sedan dibistan avakirine, bi hezaran xwendekar perwerde kirine û destnîşan kir, ku di perwerdehiyê de ew nîjadperestiyê red dikin. Hemî got, "Em hewl didin mirovên nû biafirînin." -
Ozkal: Divê em li her cihî bi Kurdî baxivin
Hevserokê Kurdî Derê Haci Ozkal bibîr xist, eger zimanek pê neyê axaftin, wê were ji bîr kirin û got, divê Kurdî li her qada jiyanê bi xurtî were bikaranîn. -
Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin
Xelatên 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi merasîmekê li xwediyên xwe hatin belavkirin. -
Darîo Fo ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin
Ji bo Derhênerê Şano û nivîskarê lîstokan ê Îtalî Drîo Fo yê xwedî xelata Nobelê ku roja Pênçşermê jiyana xwe ji dest dabû, bi hezaran kes li Mîlanoyê kom bûn. -
Bob Dylan Xelata Wêjeyê ya Nobelê bêbersiv hişt
Bestekar û stranbêjê Amerîkî Bob Dylan hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobedê hat dîtin. Lê belê tevî ku rojek di ser re derbas bûye jî, stranbêjê navdar li ser vê mijarê qet naxiviye. -
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî di 15'ê Cotmehê de ye
Komîteya Amadekar a 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî da xuyakirin, ku amadekariyên wan ên ji bo pêşbirkê qediyan e û diyar kir, pêşbir wê di 15'ê Cotmehê de li bajarê Kasselê mîna mîhrîcanekê bê lidarxistin. -
Li şaredariya AKP’ê pêşîlêvkirina Kurdî ku tê de tîpên Q, W û X nîn in
Şaredariya Rihayê ya AKP’ê ji bo gundên navê wan bi Kurdî ne cih neda tîpên Q, W, X’yê -
Santos ê ku xelata Nobelê girtî: Em nêzî aşatiyê ne
Serokê Dewleta Kolombiya Jûan Manûel Santos yê ku hêjayî Xelata Aşatiyê ya Nobelê ya 2016’an hate dîtin, tevî biryara red a referandûmê jî got: “Em pir nêzî aştiyê ne.” -
Sîstema perwerdehiyê ya Tirk, bişavtin û Kurd
Ji dîroka Komara Tirk ve, di serî de Kurd ji bo tevahî ‘yên din’ ên li Tirkiyeyê saziyên perwerdehiyê yên di çarçoveya ‘yek welat, yek al, yek milet’ de çand, bawerî, tarzên jiyanê û rastiyan difetisîne afirandina girseyan didomîne. -
Li Cenevreyê rojên fîlmên Kurdistanê tên lidarxistin
Di navbera 4-8'ê Cotmehê de wê li Cenevreyê fîlm werin nîşandan û bi rêya van fîlman rastiya Kurdistanê bê vegotin. -
Mezûnên destpêkê yên akademiya çandê ya li Rojava
Li Akademiya Çandê ya Ş. Yekta Herekol ku yekemîn akademiya çand û hunerê ya li Rojava ye, şagirt piştî perwerdeya salekê mezûn bûn. Şagirtan qala perwerdeya xwe kirin. -
Hefteya Çanda Kurd a Brukselê dewam dike
Hefteya Çanda Kurd a li paytexta Belçîka Brukselê, di roja duyemîn de bi konser û çalakiyên çandî dewam dike. -
‘Pêwîst e hunermend Şoreşa Rojava bibînin û bi hunerê bihûnin’
Endamên Koma Awazên Çiya diyar kirin ku li Rojava pêşketinên ku ji her derê cîhanê hê bedewtir pêk tên, gotin; “Yên xwedî îdîa ne ku bi hunera xwe pêşengtiya gel bikin, divê werin Rojava û bibin ziman, deng û rûyê şoreşê.” -
Festîvala Fîlmên Kurd a Lîege di 23-24'ê Îlonê de ye
Festîvala Fîlmên Kurd wê di 23-24'ê Îlonê de li bajarê Lîege yê Belçîkayê bê lidarxistin. Festîval wê bi nîşandana dokûmantera 'Sara - Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana Sakîne Cansiz dest pê bike. -
Hefteya Çanda Kurd a Brukselê wê di 22-25'ê Îlonê de pêk were
Hefteya Çanda Kurd, tevî qedexeya Şaredarê Brukselê jî, wê di dema xwe de li paytexta Belçîka Brukselê pêk were. -
Belgesela “Gulîstan” a ku berxwedana Mexmûrê vedibêje xelata yekemîntiyê wergirt
Belgesela “Gulîstan” a ku derhênertiya wê Zeynî Akyol kir, mijara wê jî piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê, berxwedana li wargehê ye, xelata yekemîntiyê wergirt. -
Pîrozbahiyên pêşî yên 1. Festîvala Çanda Kurd a Awûstûryayê destpê kirin
Pîrozbahiyên pêşî yên 1. Festîvala çanda Kurd a Awûstûryayê bi konên çandê destpê kirin. -
Fete de l'Humanîte bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike
Festîvala Fete de l'Humanîte ya li Parîsê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike. Di festîvalê de, ku ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê ve tê organîzekirin, Kurd bi çand û rengê xwe cih digire. -
Festîvala 2. a Zarokan bi awayekî bi debdebe bi dawî bû
Festîvala 2. a Zarokan, di roja 8'an de bi pêşandana zarokên Kobanê û Dirbêsiyê bi awayekî bi debdebe bi dawî bû. -
Festîvala zarokan a li Rimêlanê di roja 7. de ye
Di roja 7. a Duyemîn Festîvala Zarokan a Rojava de zarokên ji Hesekê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. -
'Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê'
Pirtûka "Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê" ya lêkolîner û nivîskarê ji Agirî Nîhat Oner ji Weşanên Avesta derket. -
Ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî dema serlêdanê hat dirêjkirin
Ji bo 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, dema serlêdanê heta 28'ê Îlonê hat dirêjkirin.