Li Eskîşehîrê bertek nîşan projeya madena zêr a siyanûrê hat dayin
Şîrketa girêdayî Cengiz Holding, Etî Bakir A.Ş., dixwaze li Eskîşehirê projeya madena zêr a siyanûrê pêk bîne, ji aliyê parêzvanên jîngehê ve hat protestokirin.
Şîrketa girêdayî Cengiz Holding, Etî Bakir A.Ş., dixwaze li Eskîşehirê projeya madena zêr a siyanûrê pêk bîne, ji aliyê parêzvanên jîngehê ve hat protestokirin.
Platforma Xweza û Jiyanê ya Eskîşehîrê li dijî projeya madena zêr a siyanûrê ku Etî Bakir A.Ş.,ku girêdayî Cengiz Holding e û dixwaze di nav sînorên taxên Alpagut û Atalan ên Eskîşehîrê de pêk bîne, li ber Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê daxuyanî da.
Endama platformê Meltem Oktay di civîna 2yemîn a Lijneya Vekolîn û Nirxandinê (IAB) de ku li ser projeyê hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku cihê madenê 4 km dûrî Çemê Sakaryayê ye û anî ziman ku herêm bi cihêrengiya xwe ya çandinî û biyolojîkî xwedî girîngiyeke krîtîk e. Meltem Oktay destnîşan kir ku ger proje pêk were, erdên çandiniyê yên berhemdar û çavkaniyên avê wê werin tunekirin û bi bîr xist ku wê siyanûr û metalên giran zirarên cidî bidin jîngeh û tenduristiya mirovan.
Meltem Oktay diyar kir ku ji ber vê projeyê 28 cureyên nebatan ên endemîk, 128 cureyên çûkan û cihekî arkeolojîk di xetereyê de ne û anî ziman ku proje ne tenê xwezayê, di heman demê de tenduristiya mirovan jî bi awayekî cidî dixe xetereyê.
Platformê daxuyand ku têkoşîna wan mîna ku di Civîna Beşdariya Giştî ya par de hate lidarxistin de wê berdewam bike. Meltem Oktay bi bîr xist ku aramanca pêşnûmeqanûna ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin ew e ku gelek deverên xwezayî yên weke darên zeytûnan, daristan û zozan wê ji xebatên madenê re bêne vekirin û got, "Ew kesên ku vê pêşnûmeqanûnan pêşkêş kirine bi biryardarî û têkoşeriya parêzvanên xweza û jiyanê nizanin."