Şervanê QSD'ê Ceger Hesekê di qezaya perwerdeyê de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Necîm) 28'ê Hezîranê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derheqê şehadeta Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Nicêm) de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hevreyê me Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Nicêm) dema erka xwe ya leşkerî bi dilsozî û fedakarî bi cih dianî, di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bû.

Hevrê Ceger ji malbatek welatparêz e. Di sala 2011’an de tev li nava refên hêzên me bû. Ji ber perwerdeyên leşkerî, siyasî û bîrdozî yên dîtine, ezmûn û jêhatîyên leşkerî bi dest xist. Wan dewreyan ezmûna wî di warê teknolojiyên elektronîkî yên leşkerî de jî kûrtir kir, lew ra di karanîna wan de serketî bû. Armanca wî ya sereke ew bû ku xwe pêş bixe da ku bibe şervanekî nimuneyî ku bigihîje asta profesyonel.

Hevrê Ceger cihê xwe di piraniya pêngavên leşkerî yên hêzên me; Heseke, Çiyayê Kizwan, Reqa, Dêrazorê, Serêkaniyê (2013), Xerîta, Şengal, Minbic, Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa, Rebîha û Girtîgeha Sînaayê bû de girt. Di hemû pêngavan de berxwedaneke bêhempa nîşan da ku tevahî hevreyên wê jê re şahid in.  Di pêngava rizgarkirina Serêkaniyê (2013) de ji ling û serê xwe ve birîndar bû. Di pêngava rizgarkirina Minbicê ji rêxistina DAIŞ a terorîst de jî ji gûrçika xwe de birîndar bû.  Dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê jî ji destê xwe ve birîndar bû, lê birînên wî israra wî ya domandina têkoşînê zêdetir dikir, baweriya wî ya bi şoreşê, hevrê û rêveberiya xwe ji birînên wî mezintir bû.

Hevrêyê me yê şehîd Ceger bi rihê xwe yê bilind ê hevaltiyê û exlaqê xwe yê baş dihat naskirin. Tevahî hevalên wî li dora wî kom dibûn, moral û biryardarî jê digirin. Zêdetirî vê yekê ezmûnên xwe yên leşkerî bi wan re parve bike da ku sûdê jê werbigirin, xwe pêş bixin û asta performansa wan di erk û peywirên xwe yên leşkerî de bilind bibe.  Hevrê Ceger tevî aramiya  xwe, di şeran de çalak bû, ji cihekî ber bi cihekî din ve diçû, hevalên xwe dişopand û şîretên li ser girîngiya ku beriya her tiştî xwe biparêzin, li wan dikir. Hevreyên hîn jî helwestên wî yên wêrek û bi bîr tînin û wî ji bo xwe mînak dibînin.

Bila serê malbata şehîd Ceger û tevahiya malbatên şehîdên me sax be. Sonda me ew e ku em ê bi talîmatên şehîdên xwe ve girêdayî bin û wekî xetekê di xebat û têkoşîna xwe de pêk bînin. Dê ala ku bi xwîna şehîdan sor bûye li ba bimîne, em ê destkeftiyên ku bi xwîna wan a pak hatine bidestxistin biparêzin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Ceger Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Necîm
Navê Dayikê: Zerga
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê

Ji ber qezaya perwerdeyê- 28’ê Hezîrana 2025’an.