Jin çima ji mêran bêhtir emr dikin?

Li gorî lêkolîneke zanyaran, cudahiya bendewariya ji jiyanê ya navbera jin û mêran, dibe ku ji ber hucreyên germ be ku sperm û bizir hildiberînin.

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Demografîk ên Neteweyî ya Fransayê (INED), di sala 2020'î de li Fransayê emrê jiyanê yê dihate payin ji bo mêran 79.2 sal, ji bo jinan jî 85.3 sal bû. Zanyaran hewl dan vê cudahiyê fêhm bikin û keşfên nû kirin.

Lêkolîneke nû ya ku li kovara Science Advances hate weşandin, dibe ku ev sir kifş kiribe. Lêkolîneran di dema lêkolînê de li ser masiyê lûle yê bi rengê turkuaz killies hin ceribandin kirin.

Nivîskarê sereke yê lêkolînê Tohru Ishitani ji The Guardian re axivî û got, "Pêvajoya extiyarbûnê ya masiyê Killies dişibe ya mirovan. Ji be vê jî bi dîtina min rewşa mirovan zêdetir tevlîhev nîne. Ev lêkolîn ji bo kontrolkirina extiyarbûyînê ya mirovan dikare bibe gaveke girîng."

Lêkolîneran giranî dan ser lêkolînkirina hucreyên bizir û spermê ku di navbera herdu zayendan de cudahiya herî mezin e. Di ceribandinên li ser killies de hilberîna hucreyên germ rawestandin ku ji bo mêran spermatozoa û ji bo jinan jî bizir hildiberînin.

Weke encam jî lêkolîneran tespîtkirin ku bêyî hilberîna hucreyên zayendî mêr hîn bêhtir dijîn û jin jî hîn ciwan dimirin. Yanî tespîtkirin ku herdu zayenn xwedî heman bendewariya jiyanê ne.

Tohru Ishitani got, "Em li bendê bûn ku dema hucreyên zayendî ji holê rakin hem mêr hem jî jin, temenê wan zêde bibe. Lê belê me dît ku ev yek tenê emrê mêran dirêj dike, emrê jinan jî kurt dike. Ev rewş nedihate texmînkirin, lê belê me dît ku ev keşif cudahiya navbera bendawariya jiyanê ya zayendan dikare hîn baş bê fêhmkirin."