Li dijî AÎDS'ê tedawiyeke jenerîk a gelekî erzan hate pêşxistin

Di Konferansa Navneteweyî ya AÎDS’ê ya li Munihê de lêkolînvan texmîna xwe parvekirin û diyar kirin ku li dijî AÎDS’ê hezar carî erzantir tedewaiya jenerik hatiye pêşxistin.

Ev alternatîfa antî-retroviral a ku li Emerîkayê ji aliyê Gilead ve ji molekûla lenacapavir ve hatî pêş xistin, li gorî texmîna gelek pisporên navneteweyî dikare rêgezên AÎDS’ê biguherîne.

Ji ber ku wê salê tenê weke du derzî bê bikaranîn, dikare ji tabletên ku rojane tên bikaranîn hêsantir be. Her wiha ji bo pêşîgirtina li enfeksiyonê dermanek bi rêya (PrEP) tê ceribandin û li gorî lêkolîneke pêşîn a vê dawiyê encam ji sedî sed bi bandor e.

Ji Zanîngeha Lîverpool a Brîtanyayê Andrew Hill ku lêkolîn pêşkêş kir ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku ev tedewî wê mîna vaksînê bê bikaranîn û got ku ev yek wê bikaribe pêşî li belavbûna HIV’ê bigire.

Li DYE’yê, Fransa, Norwêc û Avustralyayê salê herî kêm lêçûna wê ya heyî dora 40,000 dolar e. Gelek nexweş ji ber vê nikarin xwe derman bikin.

Pisporan diyar dikin ku eger ev tedewiya jenerîk bikeve meriyetê wê gelek nexweş bikaribin sûdê bigirin û li gorî AÎDS’ê erzantir e.

Li seranserê cîhanê, nêzîkî 30 mîlyon mirovên ku bi vîrûsa AIDS’ê re dijîn, dermanê antîretroviral digirin hene. Lê belê nêzîkî 10 mîlyon mirov ji ber bê derfetiyê nikarin xwe derman bikin. Di sala 2023'yan de bi qasî 1,3 mîlyon mirovên nû bi vîrûsa HIV'ê ketin.