Tirkiye û Îran avê jî bi kar tînin
Ji Zanîngeha Jawaharhal Nehru Anuradha Jangra anî ziman ku polîtîkayên avê yên Tirkiye û Îranê bandorê li Kurdistana Federe û Iraqê dike.
Ji Zanîngeha Jawaharhal Nehru Anuradha Jangra anî ziman ku polîtîkayên avê yên Tirkiye û Îranê bandorê li Kurdistana Federe û Iraqê dike.
Lêkolîner Anuradha Jangra ku beşdarî Konferansa Karên Kurd a 4’emîn a li Hewlêrê bû, qala dînamîkên tevlîhev ên polîtîkaya avê ya navbera Iraq, Tirkiye û Îranê. Anuradha Jangra ku li Zanîngeha Jawaharhal Nedru lêkolîner e, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Jangra anî ziman ku li Iraqê weke meseleyeke federal ew li ser mijara avê dixebite, bi taybetî giraniyê dide ser Kurdistana Federe û got, “Ji aliyê cografî ve li gorî Bexdayê li aliyê herikîna jorîn, li gorî Tirkiye û Îranê jî li aliyê herikîna jêrîn e. Ya ku ez bi giranî li ser disekinim Çemê Dîcle û baskên wê ne ku ji Tirkiye û Îranê der dibin û ber bi Kurdistana Federe diherike û piştre jî li Iraqê dewam dike. Lêkolîn dikim ku av wê weke qadeke hevkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de xizmetê bike yan na. Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê hikumeta federal a li Bexdayê di mijara ava ji sînoran derbas dike, xwedî erka danûstandinê ye. Ji ber vê yekê lêkolîn dikim bê hem Hewlêr hem jî Bexda çawa krîza avê çareser dikin û ev yek bandoreke çawa li têkiliyên cîranan dike. Niha ez li ser beşa duyemîn a teza xwe dixebitim; di vê beşê de li ser herikîna çem dane û daxuyaniyên teknîkî hene. Zehmetiya herî mezin jî kêmaniya daneyên li herêmê ye. Ava ji sînoran derbas dike ne mijara bingehîn a lêkolîna min jî be ji ber ku rêveberiya avê ya li Iraqê yekser ji polîtîkayên Tirkiye û Îranê bi bandor dibe, hîn jî gelekî girîng e.”
Jangra anî ziman ku Tirkiye li ser çemê Dîcle û baskên wê pîvana serweriya mutleq bi kar tîne û got, “Ji ber ku çem ji vê derê der dibe, îdîa dike ku kontrolkirina wan mafê wan e. Tirkiye di heman demê de pîvana bikaranîna adîl jî qebûl dike, lê belê berjewendiyên neteweyî her tim dide pêş. Ji çarçoveyên navneteweyî yan jî herêmî direve û danûstandinên dualî tercîh dike. Tirkiye bi Iraq û Sûriyeyê re bi rengekî cuda dibe muxatab. Bi Iraqê re sala 1946’an peymanek îmze kir, lê li gel vê yekê jî bi cih neanî û Projeya Anatoliyê ya Başûrrojhilat a mezin (GAP) a Tirkiyeyê ji hingî ve rageşî zêde kir. Tirkiye îdîa dike kku ev ne ew avên navneteweyî ne, lê çemên ji sînoran derbas dibin û li şûna rêveberiya hevpar, xweseriya neteweyî destnîşan dike. Li gel vê yekê Tirkiye bi rêya mutabaqatên salên 2009, 2014, 2020 û 2024’an îmze kir, nîşan da ku ew dixwaze parvekirina avê nîqaş bike û Hikumeta Kurdistanê ya Federe gelek caran tevlî van nîqaşan bû.
Îran hîn kêm daxwaza danûstandinan kir. Bendav û tunelan hîn jî ava dike ku berê avê bide herêmên xwe. Ev yek bandoreke giran li tajeya jêrîn dike. Nêzîkatiya Îranê jî yek alî ye û di mijara parvekirina avê de bi Iraqê re xwedî angajmaneke gelekî kêm a du alî ya fermî ye.”
Li ser bandora van polîtîkayan a li Herêma Kurdistanê Jangra got, “Min hewl da daneyên li ser lêkolîna têkildarî karên bendava dawî ya Tirkiyeyê ya li ser Çemê Dîcleyê peyda bikim, lê belê gelek ji vî karî ji bo paşerojê ne û hîn bandoreke şênber nîne. Li Îranê jî gelek delîlên bûne rapor hene.
Mînak herikîna çemên Şîrvan û Zap a Biçûk ku herdu jî ji Îranê der dibin, ji sala 2017’an û vir ve mehên havînê ava wê gelekî kêm bûye. Ji meha Hezîranê heta Tebaxê bi taybetî li herêma Silêmaniyeyê ava xwe gelekî kêm bûye. Di gotareke sala 2017’an de dihate ragihandin ku herikîna di saniyeyê de daketiye binê 50 metrekupê û di salên 2018, 2020, 2021 û 2022’an de jî heman pirsgirêk rû dane.
Ev kêmbûna avê bandor li ser masîvaniya li herêmê kir ku çavkaniyeke debara herêmê ye. Rapor nîşan didin ku ji ber kêmbûna avê, masî bi komî dimirin. Hewlêr ji bo peydakirina avê bi giranî pişta xwe bi Zap a Mezin rast dike. Li ser Zapê hîn bendav nehatibe çêkirin jî plan hene û ev rewş fikaran datîne ser ewlekariya avê ya li herêmê.”