Di beşekî mezin ê Ewropayê de hişyariya germahiya zêde
Herêmên rojava û başûr ên Ewropayê, di dawiya vê hefteyê de û rojên pêş di bin bandora pêla hewaya germahiya zêde de ye.
Herêmên rojava û başûr ên Ewropayê, di dawiya vê hefteyê de û rojên pêş di bin bandora pêla hewaya germahiya zêde de ye.
Ji Spanya heta Belçîkayê, li ser erdnîgariyeke berfireh germahiya pir zêde heye.
Tê ragihandin ku li Spanyayê dibe germahiya hewayê derkeve 48 pileyan.
Tê payîn ku li paytexta Portekîz Lîzbonê jî termometre 42 pileyê nîşan bidin.
Li îtalyayê tam li 21 bajaran hişyariya germahiyê ya bi koda sor hate dayîn.
Yewnanistan jî bi heman rengî di bin hişyariya germahiya zêde de ye.
Li Fransayê pêvajoya ku weke “pêla hewayê ya germahiya zêde” tê naskirin û roja îniyê destpê kir, bû sedem ku li 73 departmanan hişyariya pirteqalî were dayîn.
Roja Yekşemê li hin herêman germahî gihişt 40 dereceyan
Météo-France ragihand ku germahî wê di destpêka hefteyê de hîn zêdetir bibin, bi taybetî ji dervey peravên Deryaya Spî wê li hemû welêt bi bandor be.
Rûyê ava Deryaya Spî her ji niha ve gihişt 25 pileyê; ji bo vê werzê rewşeke awarte ye.
Enstîtuya Meteorolojiyê ya Qraliyeta Belçîkayê (IRM) li seranserî welêt hişyariya germahiya zêde da. Tê payîn ku roja sêşemê gemrahî li herêmên rojava û navîn bibe 35 pile û dibe hîn bilindtir jî bibe. Tê payîn roja Çarşemê jî li herêmên navîn û rojhilat germahî bibe 36-37 pile. Hişyarî niha heya pêncşemê derbasdar e.
ÇAVKANÎ ÇIYE?
Li gorî pisporan ev germahiya zêde, di encama rewşeke meteorolojik a bi navê “qubeya germahiyê” de derdikeve holê.
Di vê rewşê de qadeke basincê ya bilind û xurt li ser herêmeke diyarkirî demek dirêj dimîne. Qada basincê hewaya germ di jêrê de heps dike, çêbûna ewran asteng dike û dibe sedem ku bi rojan germahî zêde bibin.
Tê diyarkirin ku ev germahiyên awarte bi taybetî ji bo kesên kal, zarok û kesên hesas xeteriyên tenduristiyê yên cidî dihilgire. Rayedar mayîna li ber siyê, zêde av vexwarin û bi sînorkirina efora fîzîkî pêşniyar dikin.