Zîlan li Rûsyayê hate bîranîn
Li bajarê Mîçûrînskê ya girêdayî navçeya Tambovê ya Rûsyayê şehîdên meha Hezîranê bi civîneke gel hatin bibîranîn
Li bajarê Mîçûrînskê ya girêdayî navçeya Tambovê ya Rûsyayê şehîdên meha Hezîranê bi civîneke gel hatin bibîranîn
Civînê li avahîya Mala Çandê ya bajarê Mîçûrînskê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser jiyana Zîlan (Zeynep Kinaci), Sema Yuce û Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) sinevizyonek hat nîşandan. Beşdarên merasîmê têkildarî dîrok û wateya jiyana şehîdan a di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de axivîn.
Piştre berpirsiyara Tevgera Jinên Kurd ya Mîçûrînskê Zêmfira Fêro bal kişand ser têkoşîna şehîdên azadiya Kurdistanê û ev yek anîn ziman: ‘’Çalakiya Şehîd Zîlan çalakîyeke dîrokî bû, rastîya jina Kurd a di dîrokê de da îspatkirin. Zîlan weke sembola jina Kurd hatiye binavkirin. Zîlan, Sema û Gulan ji bo azadîya Kurdistanê û azadîya jinên Kurd û partîbûna jinan bûn bingehek.”
Zêmfira Fêro di dewama axaftina xwe de dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan anî ziman û got: “Çalakiya hevala Zîlan li hemberî komploya dijmin a li dijî Rêber Apo bersivek bû. Hevala Zîlan ji bo azadîya Kurdistanê û jina Kurd çalakiyeke fedaî pêk anî. Weke jinên Kurd pêwîst e em li keda şehîdên xwe xwedî derkevin û wan ji bîr nekin. Em bi saya keda wan gihîştine van rojan. Em li hemberî hemû şehîdan bejna xwe ditewînin û dibêjin şehîd namirin.’’
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyê “Şehîd Namirin” bi dawî bû.