BI DÎMEN

Şehîd Zîlan û Helmet li Stockholmê hatin bibîranîn

Şehîd Zîlan, şehîd Helmet û Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên di meha Hezîranê de şehîd bûne, li Stockholmê hatin bibîranîn.

Şehîd Zîlan, şehîd Helmet û Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên di meha Hezîranê de şehîd bûne, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara ya Stockholm û PJAK-Îskandinavyayê ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de axaftin hatinkirin, sînevîzyon hat pêşandan û muzîk hat guhdarkirin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Îskandinavyayê Ayşe Dîdar axivî. Ayşe Dîdar anî ziman ku Zîlan ne tenê navekî jinekê ye, lê belê sembola berxwedan, fedakarî û lêgerîna azadiyê ye. Ayşe Dîdar, şopdarên Zîlan, Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Leyla Agirî, Gulan (Filîz Yerlîkaya) û Sema Yuce bi bîr anî.

Di bîranînê de nameya şehîd Zîlan û Sema Yuce hat xwendin. Piştre Hesen Cûdî li ser têkoşîn û girêdayîbûna şehîd Diyar Xerîb (Helmet) a bi Rêber Apo re vegot.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîd Zîlan, Diyar Xerîb û Şehîdên Meha Hezîranê hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.