Çînê ji aliyê tarî yê Heyvê mînak girtin

Rêveberiya fezayê ya Çînê diyar kir ku modûla bilindbûnê ya amûra fezayê Chang’e-6 a Çînê bi awayekî serketî li ser rûyê Heyvê rabûye û ragihand ku mînak ji aliyê Heyvê yê herî tarî girtiye. Tê gotin ku ev pêkhatin di cîhanê de yekem e.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê, ragihand ku Rêveberiya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê (CNSA) got, "Modûla bilindbûnê ya amûrê Chang'e-6 a Çînê roja Sêşemê serê sibehê mînak ji aliyê Heyvê yê herî tarî girtiye û ji ser rûyê Heyvê rabûye. Ev yek di dîroka keşfa mirovahiyê ya li ser Heyvê serketineke mezin e.”

Rêveberiya fezayê got, ''di dîroka keşfê ya mirovahiyê ya Heyvê de destketiyeke bêhempaye.''

CNSA'yê, her wiha ragihand ku piştî firîna modûla li cihê ku berê li dora Heyvê hatiye diyar kirin bilind bûye. 

Li gorî rêveberiya fezayê, Chang'e-6 roja Yekşemê daket hewza cemsera Başûr a mezin-Aîtken ku yek ji mezintirîn kraterên bandor ên tên zanîn ya sîstema rojê ye.

Aliyê tarî yê Heyvê herêmek e ku kêm caran keşf lê tê kirine. Ne ji ber ku tîrêjên rojê qet nagihîjin, ji ber ku ji cîhanê ve nayê dîtin wisa tê binavkirin.