BI DÎMEN

Fermandar Armanc Azadî û Cîger Goyî li Zurihê hatin bibîranîn

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê Fermandar Armanc Azadî û Cîger Goyî bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Cansu Urek li ser navê malbatên şehîdan axivî û got, “Em ê têkoşîna xwe ya afirandina jiyana azad û wekhev bi biryardarî bidomînin ku xeyala şehîdên me ye.”

Fermandara Hêzên Taybet Armanc Azadî (Şehrîban Alturk) ku li hemberî êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe da û 29’ê Kanûna 2024’an şehîd bû û Endamê Konseya Fermandariyê û Fermandarê Eyaleta Wanê Cîger Goyî (Orhan Urek) ku di 26’ê Îlona 2020’an de li herêma Kato Marînosê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li bajarê Zurih ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre berdevkê KOMAW’ê Îhsan Coşkun şehîdan bi bîr anî û wiha axivî: “Armanc û Cîger du pêşengên ku bi heman îdialên azadiyê mezin bûn û dilsozê rastiya gel bûn. Bîranîna wan pisûleya meşa me ye. Xwedîderketina li bîranîna wan mezinkirina bîra berxwedanê ya gel e. Jiyanîkirina paradîgmaya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ket, wasîyeta şehîdan a ji bo me ne.”

Piştî Coşkun Dayika Aştiyê Dondu Ergin mafê axaftinê girt û wiha got: “Em li pişt şehîdên xwe şînê nagrin; bi berxwedana wan dijîn. Heta ku em xwedî li bîranîna şehîdên xwe dernekevin, wê ev doz temam nebe. Em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.”

Li ser navê malbata şehîdan jî Cansu Urek diyar kir ku şehîd ne tenê şexsek, lê rastiya gelekî ye û got: “Şehîdên me wîjdan, rûmet û bîra gel in. Em ê têkoşîna xwe ya afirandina jiyana azad û wekhev bi biryardarî bidomînin ku xeyala şehîdên me ye.”

Dayika Cîger Goyî bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû. Di axaftina dayika şehîd de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.

Bîranîn piştî sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan bi dawî bû.