Jinên weke Zîlan dikarin bibin xwedawend

‘Tu ji bo me xwedawend, serkêş û ferîşte yî. Em li ser şop û ronahiya te û şehîdên qehreman ber bi serketinê ve dimeşin. Em ê armancên we pêk bînin.’

Em weke jin û civak tenê dikarin bibin şagirt û milîtanên fermandar û pêşenga çiyayî Zîlan. Ji bo em layiqî mezinahiya wê bin têkoşîneke xurt û bêhempa ji bo me pêwîst e. Em bi şopdarî û sozdariya xwe ya bi şehîdên qehreman re gihiştine roja me ya îro. Her şehadetek ji bo me xwedî wateyeke pir cuda ye. Her heval û fermandarek ji bo me xwedî wateyeke pir dewlemend û pîroz e. Şehadeta hemû hevalan ji bo me dibe qonaxeke gelekî girîng û piştî her şehadetekê me Tevgera Azadiyê gaveke dîrokî pêş xistiye. Her şehîdek ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê pêşeng û rêber e. Qehremanî û çelengiya wan pekrewanan rêya şoreşê ronî kiriye. Di tevahî şoreşên cîhanê de jî şehîd her pêşeng û pîroz in, lê di şoreşa Kurdistanê de wateya şehîdan pir cuda ye û ku ew bingeha xwe ji hişmendiya Rêber Apo digire.

Gelek nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî hevalên Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Sara û Zekiye jî hene. Em dikevin 29’emîn salvegera şehadeta xwedawenda me Zîlan (Zeynep Kinaci).  Di serî de em fermandar, qehreman û xwedawenda xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranînên wê ditewînin. Di 6’ê Gulana 1996’an de hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, hewl dan li hember Rêber Apo sûîqestekê pêk bînin. Ev komplo û hewldana sûîqestê negihişt armanca xwe. Rêber Apo li ser komployê analîzeke berfireh kir. Ev analîz û dahûrandin ji bo gerîlayên li qadên çiya jî hat şandin.

Hevala Zîlan a di wê pêvajoyê de hê milîtaneke salekê bû, wexta dahûrandinên Rêber Apo dixwîne gelekî bandor dibe. Piştî kûrbûna li ser mijarê biryar dide û ji rêxistinê re pêşniyara çalakiya fedaî dike. Rêveberiya wê demê di serî de ya li Dêrsimê pêşniyara hevala Zîlan qebûl nake. Lê hingî hevala Zîlan israr dike fermandarî qebûl dike. Hevala Zîlan dikeve nava lêhurbûna wê çawa hestên xwe parve bike, xwe bi Rêber Apo û hevalan bide naskirin û wateya çalakiya xwe îfade bike.

Hevalên bi hevala Zîlan re li wê herêmê weke gerîla mane qala kesayeta hevala Zîlan dikin. Heval wiha dibêjin, “Hevala Zîlan kesayeteke pir cuda bû. Lê mixabin me pir ew nas nedikir. Me digot ku hevaleke nû ye û mimkun e pirsgirêkên wê yên têkildarî biryarê jî hebe. Lê belê hevala Zîlan bi zanebûn û hesteke pir kûr xwe li ser armanca kûr kiribû.”

Dema xwedawend Zîlan diçe çalakiyê jî pir xwînsar û aram e. Xwe bi hedefa xwe ve pir girê daye. 30’ê Hezîrana 1996’an xwedawenda şer û jiyanê Zîlan digihêje, mexseda dilê xwe û tola Rêber Apo ji komplogeran hilîne. Tenê fitlek ji porê wê yê bedew û narîn li şûna wê dimîne û çalakiya wê di nava Tirkiyeyê rê li ber welweleyek mezin vedike. Bi dehan leşkerên dagirker tên kuştin û birîndar dibin. Tirseke pir mezin dikeve dilê fermandar û leşkeran.

Piştî çalakiya xwedawend Zîlan agahî ji Rêber Apo re tê şandin. Wê demê Rêber Apo li benda xeberên cuda ye. Rêbertî li bendê ye ku fermandarên gerîla li ser komployê nîqaş bikin, rêbazên xwe yên çalakiyan biguherin û tolê ji neyar hilînin. Dema Rêber Apo dibihîze ku hevala Zîlan şervana sal û nîvekê ye û çalakiyeke wiha bi bandor li dar xistiye, fêm dike xwedawend Zîlan xwedî kesayeteke pir xurt e. 

Rêber Apo ji bo xwedawend Zîlan gotiye ku Zîlan xeta partîbûnê ye û li ser wê bingehê Akademiya PAJK’ê ya bîrdozî ji kadroyên jin re li ser navê xwedawend Zîlan hatiye vekirin. Her wiha kovarek jî li ser navê xwedawend Zîlan tê weşandin. Jixwe tabûra nemiran jî li ser navê xwedawenda me Zîlan e. Teqez divê were zanîn ku bi têkoşîn û keda wan qehreman û canfedayan şoreşa Kurdistanê gihiştiye vê qonaxa hesas û nazik. Careke din xwedawend û ferîşteya bedew û çeleng Zîlan da îspatkirin ku dema jin xwe di hedef û armanca xwe de kilît bike ti hêz nikare li pêşiya wê bibe kelem û teqez wê serkeftinê bi dest bixe.

Hevrê û gelawêj Zîlan ji tevahî jinên şoreşger û têkoşer re bû deng û rengê jiyana wekhev û azad. Her kesî nameya xwedawenda çiyayî Zîlan xwendiye û li ser lêkolîn kiriye bê ka kesayeteke çawa ye, çiqasî girêdayî Rêber Apo ye. Xwedawend Zîlan di nameya xwe de ji Rêber Apo re dibêje, “Rêberê min xwezî tiştek din ji canê min bihatir hebaya ku min ji te re feda kiriba.”

Pêşeng û serkêş Zîlan bi canê xwe bersiv da komplogeran û ji Rêber Apo re bû yekem şervana ji komplogeran re got, “Hûn bi çi wêrekiyê destê xwe dirêjî Rêberê me dikin?”  Ji neyaran re bû bersiveke dijwar. Xwedawenda me bû bersiveke tûj ji komplogran re. Dema qehremana çiyayî çalakiya xwe ya canbexşane li dar xist Zîlan bû Zîlan û bi xwedawendiyê hate naskirin. Em hemû bi navê xwedawend Zîlan û şehîdên şoreşê sonda xwe didin û ji wan re dibin şervan û şagirt.

Teqez hevrê Zîlan heq kiriye ku mirov jê re bibêje, “Xwedawend û ferîşteya giranbiha û delal.” Careke din ez heval û xwedawenda xwe Zîlan, bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî mezinahiya wê ditewînim û dibêjim, “Tu ji bo me xwedawend, serkêş û ferîşte yî. Em li ser şop û ronahiya te û şehîdên qehreman ber bi serketinê ve dimeşin. Em ê armancên we pêk bînin.”