NASA’yê qada elektrîkê ya li dora cîhanê keşif kir

Bi pêşengiya NASA’yê komeke lêkolînvanên zanyar, qada elektrîkê ku dora cîhanê tev dipêçe û hebûna wê xwe dispêre teoriya berî deh salan, hat keşifkirin.

Bi pêşengiya NASA’yê komeke lêkolînvanên zanyar, ragihandin ku di encama lêkolîna wan de qada elektrîkê ku dora cîhanê dipêçe hatiye keşifkirin.

Li gorî meqaleya nû ya di kovara zanistî Nature de hat weşandin, keşf bi saya daneyên ji roketa Endurance ya NASA'yê gengaz bû. Amûra fezayê ya di Gulana 2022'yan de hat firandin, bi qasî 770 kîlometreyî xwe gihand bilindahiyê û li qadê guhertinên giraniya elektrîkê hate pîvandin.

Lêkolînvan ji bo vê keşfa ku hatiye piştrastkirin, weke ‘qada elektrîkê ya ambîpolar’ binav dikin. Tê texmînkirin ku ev diyarde di gerdûna sîstema Cîhan û Rojê de roleke girîng dilîze.