BI DÎMEN

Diyar Xerîb û Zîlan li Osloyê hatin bîranîn

Li Navenda Civaka Demokratîk a Oslooyê şehîd Diyar Xerîb û hevalên wî yên têkoşînê hatin bîranîn. Bi axaftinan û sînevîzyonê qala têkoşîna wî hate kirin.

 Li paytexta Norwêc Osloyê, li Navenda Civaka Demokratîk şehîd Diyar Xerîb (Helmet) û Zîlan hatin bîranîn.

Bîranîna ku bi pêşengiya Komîteya Başûr a Norwêcê hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Piştre bi navê Înîsiyatîfa Têkoşînê ya Komîteyên Başûr a li Norwêcê Saman Derwîş axivî.

Hevrêyê Şehîd Diyar Xerîb Hîwa Dîlan jî axivî û qala ruhê têkoşînê û kesayetiya şoreşger a Xerîb kir.

Di bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna Diyar Xerîb û Zîlan sînevîzyon hate nîşandan. Piştre Hevseroka Meclîsa Osloyê Aysel Koç li ser şehadeta Zîlan axivî.

Di çalakiyê de ji xizm û hevalên Diyar Xerîb Arî Qeredaxî, Heval Aso û Mihemed Qeredaxî têklidarî jiyana şehîd û sekna polîtîk axivîn.

Merasîm bi silavkirina berxwedana Diyar Xerîb, Zîlan û hemû şehîdan bi dawî bû.