Lêkolînerên Çînî dest bi xebatên çandina riwekan a li Marsê kirin

Lêkolînerên Çînî bi armanca ku Marsê bikin gerstêrkeke hêşîn, dest bi lêkolîna çandina riwekên bejayî kirin.

Ji Akedemiya Zanistan a Çînê ekolog Xiaoshuang û ekîba wî li ser riwekên ku wê li gorî şertên dijwar ên Marsê çêbibin, dest bi lêkolînan kirin.

Lêkolîn bi taybet li ser cureyeke kevzê a bi navê Syntrichia Caninervis tên kirin.

Cureya kevzê a bi navê Syntrichia Caninervis bi taybetiya xwe ya weke li cihên bilind û çolan jî çêbibe, derdikeve pêş.

Ekîba lêkolîneran li ser cureya kevzê ya navborî ceribandinên weke dehîdrasyona zêde, cemidandina demdirêj û radyasyonê yên şert û mercên Marsê sembolîze dikin, kirin.

Di encama van test û lêkolînan de hate çavdêrîkirin ku cureya kevzê ya bi navê Syntrichia Caninervis dikare şîn bibe û di hin rewşan de jî di demeke kurt de şîn dibe.

Lêkolîneran têkildarî xebata xwe ev yek anîn ziman: ‘’Her çend li pêşiya me rêyeke dirêj hebe jî ku em li gerstêrkên din qadên jiyanî yên ku xwe bi xwe pêk tên ava bikin jî ji bo ku em li Marsê dest çandina riwekan bikin me gelekî li ser riweka pêşeng a bi navê Syntrichia Caninervis kar kir.’’

Ev xebat di rêya kolonîbûna li Mars û gerstêrkên din û zêdekirina derfetên çandina riwekan de weke pêngaveke girîng tên dîtin.

Xebat dikarin ji bo çandiniya li ser rûberê gerstêrkan a di warê pêkanîna axa berhemdar û pêşketina jiyanê de têkariyeke mezin bikin. Her wiha ev yek di heman demê de tê wateya ji fezayê re hilpekandina cureyên zeftkar û lixwegirtina berpirsiyariyan jî.