Rojhilata Navîn dîsa bi hesreta demokrasiyê ye

Ger Îran jî weke Sûriyeyê tevlihev bibe, dibe ku rewşên ku nikare ji bin derkeve rû bidin. Vê gavê wê hewl bidin ku Îranê bê bandor bikin û Rojhilata Navîn jî li gorî dilê xwe dîzayn bikin.

Şerê Îran û Îsraîlê bi gotina Trump bi dawî bû. Hê nediyar e ku çi qasî bi dawî jî bûye. Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dibêjin ku Îran wê tu caran nebe xwediyê çekên nukleerî. Ev mijar tim weke hinceta şer û rageşiyê xwe nîşan dide û li holê ye. Rewşeke bi vî rengî tune be jî derfeta wan heye ku ji cîhanê re ragihînin ku rewşeke wiha heye. Demekê DYE’yê digot ku Iraqê çekên kîmyewî hene. Seddam hemû dever ji bo lêkolîna vê yekê vekirin. Çekên kîmyewî nehatin peydakirin. Lê belê DYE’yê got ku çekên kîmyewî hene û êrîşî Iraqê kir. Piştî bidawîbûna şer jî dîsa DYE’yê bi xwe da zanîn ku li Iraqê çekên kîmyewî nînin. Helbet heya wê demê gelek tişt jî qewimîbûn û rewş gihabû asteke din. Iraqê bedêleke giran da û dawî li Sedam hat.

Şerekî ecêb! Leşkerên Îran û Îsraîlê bi tu awayî rastî hev nehatin. Ji sînorên dewletan derbas bûn û êrîşî hevdu kirin. Îsraîlê zêdetir bi hêza xwe ya teknîkî û îstixbaratî li Hizbullah, Hamas û Sûriyeyê xist. Bi qasî jê hat rê neda windahiyên leşkerî.  Li Îranê jî ev yek kir. Jixwe derfeta wê tune bû ku bi rêya bejahî bikeve Îranê. Hewcehiya wê bi vê yekê jî nebû. Armanca Îsraîlê tesîsên nukleerî, baregehên moşekan, navendên hilberînê û baregehên leşkerî yên stratejîk bûn. Bi saya raseriya hewayî li hemberî van êrîş pêk anîn û li wan xist.  Her wiha em dikarin bibêjin ku bi saya tora îstixbaratî asta fermandariya artêşê jî ji holê rakir. Girêdayî vê yekê pisporên nukleerê kuştin û ji holê rakirin.

DYE’yê jî çekên gelekîpêşketî anîn û di xizmeta Îsraîlê de bi kar anîn. Serokê DYE’yê Trump da zanîn ku tesîsên nukleerê hatine tunekirin. Di festîvalekê de got ku me şer da rawestandin û di navbera aliyan de agirbest hate îlankirin.  Di nava însanan de hizra ku şerekî dijîtal hatiye kirin, tê afirandin.

Netanyahu spasiyên xwe pêşkêşî Trump dike. Dide zanîn ku ji ber xwegihandine gelek amancên xwe ew ê li gorî agirbestê tev bigerin û qebûl bikin. Ev hemû bi DYE’yê re hatine axivîn û plankirin. Îran ne xwediyê wê hêzê ye ku ji tiştên kirine zêdetir hin tiştên din bike. Qet nebe ji bo bi rêya agirbestekê xwe ji rewşa heyîxilas bike û windahiyên xwe bide sekinandin da zanîn ku ew jî agirbestê qebûl dike.

Di rewşa heyî de DYE û Îsraîlê diyar kirin ku ew gihane armancên xwe. Yanî gotin ku em bi ser ketin.  Rêveberiya Îranê jî dibêje ku me planên wan têk birin, em neçewisîn, me serî netewant, ji ber wê jî di şerî de em bi ser ketin.  Hewcehiya Îranê bi vê yekê heye. Çimkî derbeyên xwaribûn, yên gelekî mezin bûn. Parastina wê ya hewayî hate bêbandorkirin.  Payebilindên artêşê hatin tasfiyekirin. Karîzmaya wê zirareke mezin dît. Hêz û rêxistinên herî zêde nêzîkî wê bes temaşevaniya şerî kirin. Hezeke weke Hîzbullahê jî nekarî li hemberî Îsraîlê bilive. Jixwe Îsraîlê ew bê bandor kiribû û nedikarî bilive jî. Haşdî Şabîû rêxistinên din ên Îslamî yên li Iraqê jî ketibûn taya serê xwe. Ji bo ku nebin armanc hema bibêjin ku xwe ji holê winda kirin.

Îsraîlê piştî êrîşa Hamasê bi awayekî tund û bê ser û ber êrîş kir. Guh neda nerazîbûnên cîhanê. Jixwe hêzên bibandor ên cîhanê DYE û Ewropayê piştgirî dan Îsraîlê.  Em dikarin bibêjin ku rêxistinên ku Îranê piştgirî dida wan û hesabê xwe li ser wan hebû, eciqandin. Jixwe diyar bû ku wê Îranê jî wisa nehêlin. Îranê ne bi pêş ve biçe ne jî bi paş ve. Di rastî de terikandina qadê û vekişîn qebûl kiribû. Lê belê nexwestin Îranê wisa bihêlin, armanc kirin ku wê lawaz bikin. Îran bi şerekî ku nedixwest û jê re ne amade bû re rû bi rû ma.

Bi gelemperî mijara ku tê mereqkirin ew e ku wê piştre çi bibe. Şer û geşedanên rû didin gelekî kêm tên şopandin, gelek tişt jî tên zanîn û diyar in. Aliyên ku hê werin eşkerekirin û nîqaşkirin jî hene. Îran ne a niha ew demek dirêj bû di hedefê de bû. Lê belê Îranê baweriya bi hevsengiyên ku li herêmê ava kiribûn, anîn û digot ku ew ê eniyên xwe biparêze. Geşedanan ev yek têk birin û her ku diçû Îsraîlê înîsiyatîf stend. Hêzên weke DYE û Ewropayê, Rojhilata Navîn weke ku Îsraîl wê ewlehiya wê dabîn bike, biryara dan û wisa dîzayn kirin. Li herêmê Îran bi tenê ma û hate asêkirin. Hêzên serdest jî ji Îranê re gotin ku bes e û dest bi operasyonan kirin.

Herêm hate dorpêçkirin. Di bikaranîna çek û teknîkan de xwe sînordar nekirin. Îranê jî yên di tûrikê xwe de derxistin. Lê belê hevsengî li dijî Îranê bûn. Helbet rejîma Îranê yeksel hilnaweşe. Jixwe ev yek ne armanca wan jî bû. Ne ku vê yekê naxwazin. Hemû amadekariyên wan nebûn. Ger Îran jî weke Sûriyeyê tevlihev bibe, dibe ku rewşên ku nikare ji bin derkeve rû bidin. Vê gavê wê hewl bidin ku Îranê bê bandor bikin û Rojhilata Navîn jî li gorî dilê xwe dîzayn bikin. Li gel Ereban hêzeke ku li hemberî vê yekeê derkeve, tune ye.  Jixwe ji wan beşeke mezin Peymana Îbrahîmî îmze kiriye. Wê hemû pêwendiyên xwe yên li gel Îsraîlê normalîze bikin.

Baş e be azadî, demokrasî û îradeya gelan? Ev di rojeva van hêzan de nînin. Îran bi xwe jî bi darvekirina welatiyên xwe û çewisandina wan ve mijûl e. Gelên li Îranê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî bêpar in. DYE û rejîmên Ereban derdekî weke demokrasiyê tune ne. Jixwe dewletên berbehs bi demokrasiyê nayên birêvebirin. Ma DYE wê Rojhilateke Navîn a demokratîk bixwaze? Na naxwaze. Hewldanên Trump û serdestên din yên qirkirin û têkbirina demokrasiyê hene.

Wê aşitî û demokrasî çawa werin Rojhilata Navîn? Wê bi rêya çareseriya neteweya demokratîk werin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka