Bi zêhniyeta DAÎŞ’ê re Sûriye demokratîk nabe
Niha bi vê zîhniyeta DAÎŞ’ê Sûriye demokratîk nabe û siberoja welat jî ne diyar e. Ya ku desthilata Sûriyê dike ne siyaset e, ne jî rêveberî ye. Dixwazin bi nêrîna sûnî ya Ereb welat li xwe par bikin.
Niha bi vê zîhniyeta DAÎŞ’ê Sûriye demokratîk nabe û siberoja welat jî ne diyar e. Ya ku desthilata Sûriyê dike ne siyaset e, ne jî rêveberî ye. Dixwazin bi nêrîna sûnî ya Ereb welat li xwe par bikin.
Rojên ronî li pêşiya Sûriyê xuya nabin. Ewrên reş hê jî li ezmanên welat digerin û zebanî li ser kar in. Şerê çêyî û xirabiyê berdewam dike û ev yek jî wê siberojê diyar bike. Hindik maye gelên Sûriyê xweziya xwe bi rejima Baas ya ku bi salan zilm û zordarî li wan kir, bînin. Bê guman sedema vê yekê jî kiryar û rewşa desthilata nû ya Şamê ye.
Eşkere dixuyê, rêya ku desthilata Colanî ketiye ser ne tu rê ye. Mîna însanên dinya nedîtî dewleteke hazir dîtin û li ser rûniştin û niha jî çavên wan pêşiya xwe nabîne. 7 meh in ev HTŞ li Şamê desthilat bi dest xistiye. Di nava vê pêvajoyê de ji bo gelên Sûriyê û dinyayê jî ezmûneke xirab dan û nikaribûn rastiya xwe veşêrin. Êrîşên wan yên li ser Elewî û Durziyan, kiryarên li dijî jinan nasnameya wan ya DAÎŞ’î careke din eşkere kir. Ji xwe êrîşa li Şamê ya li dijî dêrê jî ti şik û guman li ser vê rastiyê nehişt. Vê êrîşê nîşanda ku ti ewlehî û parastina gel, bawerî û çandên din yên li Sûriyê nîne. Êrîşên ku DAÎŞ’ê berê li Sûriyê li dijî deverên olî yên pêkhateyên din pêk anî, îro jî bi heman rengî HTŞ dike. Di encamê de koka wan yeke û heman şerbet vexwarine. Em ji desthilata Şamê re bi hêsanî dikarin bêjin DAÎŞ’îyên çerxkirî, lê zêhniyet û rêbazên wan jî hê didomînin.
Rastî ev e; lê ev zîhniyet niha bûye dewlet û welat bi rêve dibe. 13 salan ji ber polîtîkayên rejima Baas yên şoven, neteweperest û zordar Sûriye wêran bû. Eger rejima Baas li şûna malbat û desthilata xwe hinekî berjewendiyên gel û welat li ber çavan bigirta helbet wê Sûriye niha ne di vê rewşê de bûya. Di dîrokê de timî hatiye dîtin, desthilateke ne xwedî çand û zîhniyeteke demokratîk be, ne gelparêz be 50 sal jî derbas be dawiya wan hilweşîne û têkçûn e. Pêwîste ev desthilata nû vê rastiyê bibîne û jê dersan derxîne. Na eger weke wan eşqiya û rêbirên li çol û sehraya mexrebê ku peravan dixin destê xwe û pê kêfxweş dibin tevbigerin wê dirêj neajo û li çokê xwe bidin. Divê desthilata Şamê li pêşiyên xwe yên mîna DAÎŞ’ê û aqûbeta wan binêre, wan jî ji Mûsilê heta Reqayê erdnîgeriyeke mezin xistin destên xwe û bi şeraba desthilatê serxweşbûn.
Niha bi vê zîhniyeta DAÎŞ’ê Sûriye demokratîk nabe û siberoja welat jî ne diyar e. Ji ber vê rastiyê em dikarin bêjin rojên zehmet li pêşiya gelên Sûriyê ne. Ya ku desthilata Sûriyê dike ne siyaset e, ne jî rêveberî ye. Li ser rûniştine û dixwazin bi nêrîna sûnî ya Ereb welat li xwe par bikin. Ji ber vê, niha gel, bawerî û çandên din xwe di bin xeteriyeke mezin de dibînin. Çi anîn serê Elewiyan ji xwe eşkere ye. Ji xwe ev desthilata mêran îradeya jinan jî nas nake û jin jî xwe di bin xeteriyê de dibînin.
Divê êdî ev desthilat xewnên beriya 13 salan nebîne. Ji ber êdî vegera li berê ne mimkun e. Sûriye êdî nabe weke Sûriyeya berê. Ji navê heyî yê dewletê bigre heta bi destûrê û zîhniyetê divê her tişt biguhere. Ji bilî demokratîkbûnê ti rêyeke din li pêşiya welat nemaye. Tenê wê bi demokratîkbûnê, pirrengiyê, xwişk û biratiya gelan Sûriye ji vê rewşê derkeve. Di vê mijarê de bi pêşeniya Kurdan ezmûneke xurt ava bûye û derfetên girîng derketine holê. Ev ji bo hemû Sûriyê jî fersendeke dîrokî ye. Divê desthilata heyî jî, li şûna dijmintiya vê yekê bike, divê ji bo xwe guherînê û siberoja welat ji vê sûd bigire.