Li Çewlîgê dema dimsa tû ye!

Li Çewlîgê ku her sal mehên havînê amadekariya çêkirina dimsa tû têne kirin, îsal jî dewam dike. Jinên ji Çewlîgê tû dikin dims û bi vî rengî debara xwe dikin.

ÇEWLÎG

Li gundên Çewlîgê, dimsa tû ya ku jin çêdikin, hem kevneşopiyek e, hem jî weke sembola têkiliya qedîm a bi xwezayê re dewam dike.

Amadekariyên ji bo çêkirina dimsa tû ku her sal mehên havînê destpê dikin, hem zor û zehmet e hem jî demeke gelekî bi bereket e. Jin serê sibehê dest bi kar dikin; tû ji darê dadiweşînin, di nava beroşan de dihelînin, li ser sêniyan hişk dikin û dixin qutiyan, bi vî rengî ji bo zivistanê amade dikin.

Zubeyde Yaşa ku bi salan e ji bo pêwîstiyên xwe demsê çêdike got, “Xweza pîroz e, di nav de çi hebe derman e. Lê belê avhewa guherî, dar kêm bûn; tû jî êdî weke berê nînin.”

Zubeyde Yaşa qala vê pêvajoya zehmet lê bi wate kir û anî ziman ku keda bi xwezayê re tê dayin ne tenê hilberîna xwarinê ye. Zubeyde Yaşa got, “Em serê sibehê saet di 5’an de hişyar dibin. Em paçikên xwe li binê daran radixînin û dest bi dawişandina daran dikin. Weke tirî em dixin nava beroşan û dikelînin. Piştre jî li ser sêniyan direşînin û çar rojan li derve dihêlin. Dawiya dawî jî dixin qutiyan. Ev dims ji bo meydê, ji bo cîgeran û ji bo gelek nexweşiyan derman e.”

‘EM VÎ KARÎ HEMÛ BI HEV RE DIKIN’

Zubeyde Yaşa anî ziman ku dims ne tenê ji aliyê jinan ve, lê bi tevkariya tevahiya malbatê tê çêkirin û işaret bi hêza piştevaniya civakî kir: “Hinek çêdikin û difiroşin, lê em ji bo xwe çêdikin. Em jin-mêr bi hev re dixebitin. Em gelekî kedê didin, lê hêja ye. Li gundan bi taybetî jin ji bo debara xwe bikin vê dimsê çêdikin û difiroşin. Xweza jî, ev dar jî ji bo me hemûyan çavkaniya debarê ye. Ji derve em gelek kêm tiştan dikirin. Bi giranî her tiştê xwe em bi xwe çêdikin. Em xwe bi keda xwe xwedî dikin.”

‘XWEZA DIDE, LÊ EGER EM NEPARÊZIN WÊ BIQEDE’

Zubeyde Yaşa destnîşan kir ku her tiştên ji xwezayê têne komkirin ji bo tenduristiya mirovan baş e û bal kişand ser guherîna avhewayê û xisara li xwezayê ya salên dawî:

“Piştî ku tû diqede em dest bi komkirina zebûrê dikin, piştre jî ji bo berhevkirina simakê em berê xwe didin çiyê. Ev çiya her tiştî dide mirovan, divê em jî vê xwezayê biparêzin. Weke berê tû ne zêde ye. Berê me hîn bêhtir beroş dikeland, niha du yan jî sê beroşan em dikelînin. Baran jî kêm dibare; dar jî kêm bûn. Li gel vê yekê em hewl didin vê kevneşopiyê dewam bikin.”