BI DÎMEN

Gerîlaya YJA Starê Tîjda Zagros li Hamburgê hat bibîranîn

Gerîlaya YJA Starê Tîjda Zagros ya 29’ê Nîsana 2025’an li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd, li Hamburgê hat bibîranîn.

Li bajarê Hamburg a Elmanyayê, ji bo gerîlaya YJA Starê Tîjda Zagros (Kelly Freygan) a ji Hamburgê ku 29'ê Nîsana 2025'an di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû, meş hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Tîjda Zagros hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Meş li ber statsyona navendî (Hauptbahnhof) dest pê kir. Malbata gerîla Tîjda Zagros jî tevlî meşê bû. Meş heta Hamburg Neugraben Ortodoksê berdewam kir. Piştî meşê girse ji bo bîranînê derbasî dêra Suryaniyan bû.

Kurdistaniyên li Hamburgê dijîn, Parlamentera Die Linke Cansû Ozdemîr, siyasetmedar. Pero Dundar, rêveberê KOMAW’ê Cenap Yeter, dayika gerîlaya YJA Starê Tîjda Zagros, Gunda Freygang û xweşika wê Yohanna Freygang tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de dayika gerîla Tîjda Zagros, Gunda Freygang axivî û got: “Ez spasiya we dikim ji ber ku we em tenê nehiştin.”